DKP/BOG'ê berxwedêrê Efrînê Nûrhak Cem bi bîr anî

Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) û Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP), Nûrhak Cem bi bîr anî ku li Efrînê berî salekê di şerê dijî faşîzma AKP-MHP'ê de şehîd bû.

DKP/BOG'ê daxuyaniyeke nivîskî da û hevrêyên xwe yên li Efrînê berî salekê di şerê dijî êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûn bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, faşîzma AKP-MHP'ê dagirkeriya xwe ya li Bakurê Kurdistanê bi êrîşa li ser Efrînê ya berî salekê derbasî nava Bakurê Sûriyeyê kir û hate gotin, "Di serî de gelê Efrînê, Kurd, Ereb û hêzên şoreşger Enternasyonalîst li dijî êrîşên dagirkeriyê li Efrînê li ber xwe dan û li ber faşîzma T.C. a mêtinger, dagirker rabûn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li dijî tank, top û bi dehan balafirên şer ên mêtingeriya Tirk 2 mehan li her eniyê berxwedaneke mezin hate nîşandan û bi vê berxwedanê re sekna bi rûmet û fedakariya gelên bindest û şoreşgerên bi rûmet li dîrokê hatiye neqişandin, Efrîn bûye berxwedana serdemê.

Di daxuyaniyê de, cangoriyên di berxwedana dijî dagirkeriyê de şehîd bûn hatin bîranîn û hate gotin, "Hevrêyên me Nûrhak Cem, Bayram Alî Akdenîz ên cihê xwe di berxwedana dijî êrîşên dagirkirina Efrînê cih girtin û hevrêyên wan ên çeperê Tîrêj, Sînan, Ûlaş, Zeynel, Taylan, Ozgur, Şahîn bi sekna xwe ya şoreşgerî ya yekbûyî, bi dilsoziya xwe ya bi enternasyonalîzmê re bûne rêgeha berxwedana şoreşgerî ya vê serdemê.

Hevrê Nûrhak, Tîrêj û Ûlaş ên berî salekê li çeperên Efrînê li dijî mêtingeriya T.C. di şer de tevlî karwanê nemiran bûn, şoreşgerên pêşeng ên pêngaveke nû ya şoreşgerî ya yekbûyî ye, israra di enternasyonalîzmê ne.

Hevrêyê me Nûrhak Cem (Gorkem Tûgal) destpêkê li Reqayê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir û piştre li Efrînê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku emîrê DAÎŞ'ê ye, cihê xwe di nava şerê şoreşgerî de girt.  Şoreşgerî û sosyalîzma ku li herêma Çûkûrovayê hîn bû, di nava têkoşîna azadiyê de bi hişmendî û çalakiya xwe nîşan da."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin, ji bo paqijkirina Efrînê dagirkeran û li dijî faşîzma ku gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin, wê mîna Nûrhakan li ber xwe bidin û teqez bi ser bikevin."