‘Dizîna cenazeyan tê wateya ku her tişt serûbin bûye’

Komîteya Malbatên Şehîdan û Hevgirtinê ya PKK’ê têkildarî êrîşa li ser Goristana Garzanê ya şehîdan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Komîteya Malbatên Şehîdan û Hevgirtinê ya PKK’ê têkildarî êrîşa li ser Goristana Garzanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Têkoşîna me ya azadiyê di sala xwe ya 40’emîn de her ku diçe xurttir û geştir dibe. Berxwedana azadiyê ya ku PKK 40 sal in didomîne, berxwedana li hemberî zilma zaliman e. Ev têkoşîn hêviya  gelê Kurd û Rojhilata Navîn e.  Nirxên ku şehîdên me ava kirine, me û civakê dikişîne nav vê berxwedanê. Şehîdên me bi canê xwe, fedakariya xwe nîşanî dijmin dan ku ew tu carî teslîm nabin û ji bo azadiyê dikarin canê xwe jî bidin.

PKK her roj bi şehîdên xwe mezintir dibe û bala hemû beşên civakê dikişîne ser xwe. Vê pîrozahiya me bi rastiya şehîdan hate afirandin.

Berê jî texrîbatên li ser goristanên şehîdan, pêkutiyên li ser malbatan û êrîşên hewayî yên li dijî goristanên me, rûyê rastîn ê dijmin nîşanî me dabû. Lê vê dawiyê êrîşa li ser goristanê û dizîna cenazeyan diyar dike ku her tişt serûbûn bûye. Ev tişt di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin. Dijmin êdî tehamulî şehîdên me jî nake. Vî dijminê li hemberî me di warê exlaqî de têk çûye û êdî qaîdeyên şer jî nas nake. Dijmin êrîşî goristana şehîdan kiriye û bêyî ku haya mirovan jê hebe cenaze birine cihekî nediyar.

Her kesên ku dibêjin ez mirov im divê li hemberî vê zilmê dengê xwe bike. Divê Kurd, Tirk, Sinnî, Elewî, ciwan, kal û pîr li hemberî vê zilmê serî hildin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li şehîd û goristanên şehîdan derkevin.”