Dîwarê 'ewlekariyê' rê li ber qezayên trafîkê vedike

Dîwarê ji beton, ê ku ji bo 'ewlekariyê' li ber leşkergeha Hacibekîr a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hate danîn, rêya li vê derê ya ji 3 kîlometreyan daxist şerîdekê. Ev yek jî xeteriya qezayê zêde dike.

Dîwarê ji beton ê ji bo 'ewlekariyê' li pêşiya leşkergeha Hacibekîr a Fermandariya Baskê Asayîşê yê Jendermeyan a Wanê hatiye danîn, yek ji her du rêyên li herêmê betal kiriye. Ev dîwarê ku li pêşiya leşkergeha li ser rêya Colemêrgê ye hatiye dayin, li ser rêya ji 3 kîlometreyan xeteriya rûdana qezayê zêde dike.

EWLEKARIYA MIROVÊN PEYA NÎNE

Ji roja dîwar hatiye lêkirin û heta niha, gelek caran peya û wesayitan qeza kirine. Mirovên li qiraxa rê dimeşin, jiyana wan ewle nîne.