'Divê PDK eşkere bike bê çima Barzanî bêdeng ma'

Parlamenterê YNK'ê yê li Parlamenta Iraqê Mihemed Osman got, "Divê PDK eşkere bike bê çima Mesûd Barzanî bêdeng ma."

Nerazîbûna li Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî zêde dibe, ji ber ku li kêleka Bînalî Yildirim ê ku ji PKK û PYD'ê re got 'terorîst' bêdeng ma.

Parlamenterê YNK'ê yê Parlamenta Iraqê Mihemed Osman diyar kir, PKK û PYD partiyên rewa yên Tevgera Azadiyê ya Kurd in û got, "Eger PKK û PYD terorîst bin, ez jî terorîst im."

Osman destnîşan kir, divê êdî dewleta Tirk bes heqaretê li Kurdan bike û hînî çanda jiyana bi hev re bibe. Parlamenter Osman got, "Daxuyaniya Yildirim a li Hewlêrê bi kêrî tiştekî nayê. Eger em li vê derê weke Ereb, Tirkmen, Kurd, Fars bi he vre dijîn, wê demê divê em hurmetê nîşanî hev bidin. Hemû gelên li herêmê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe têdikoşin. Em ê daxuyaniyên 'terorîst' ên li dijî PKK û PYD'ê bi ti awayî qebûl nekin."

'EGER PKK TERORÎST BE, EZ JÎ TERORÎST IM'

Parlamenterê YNK'ê nerazîbûn nîşanî Serokê PDK'ê medû Barzanî da ku li ber Serokwezîrê Tirk ê ji PKK û PYD'ê re got 'terorîst' bêdeng ma. Osman got, "Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê nîne, ew serokê PDK'ê ye. Lewma divê PDK li ser vê helwesta Mesûd Barzanî ya li wê derê daxuyaniyekê bide. Eger daxuyaniyê li ser vê nedin jî, lazim e zanibin, helwesta li wê derê ti bi awayî helwesteke di cih de nîne. Ji ber ku PKK û PYD partiyên Kurd in ku bi hezaran şehîdên wan hene. Ji Xaneqînê heta Kobanê, van hêzan di vê demê de axa Kurdistanê parastine û şehî dane. Em bînin bîra xwe, dema gerîlayên PKK'ê Mexmûr parastin, Mesûd Barzanî çûn cem wan û ji ber têkoşîna wan ew pîroz kir. Min beriya niha jî gotibû, ez careke din jî dubare bikim: Eger PKK terorîst be, ez jî terorîst im."

'LI ŞÛNA PKK'Ê DIVÊ DEWLETA TIRK JI BAŞÛR DERKEVE'

Parlamenter Osman têkildarî nîqaşên li ser derketina PKK'ê ji Şengalê got, "Hewldana derxistina hêzên PKK'ê ji wê derê, nêzîkatiyeke rast nîne. Ji ber ku, dema êrîş li dijî Başûrê Kurdistanê û Şengalê hate kirin, yê bi pêşmergeyan re li eniya parastinê cih girt, PKK bû. Pirsgirêka Şengalê bi diyalogê dikare çareser bibe. Derxistina PKK'ê ji Şengalê bila li aliyekî bimîne; lazim e hemû baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê werin derxistin. Divê dewleta Tirk ji Başûr derkeve. Derketina PKK'ê ji Şengalê jî meseleya navxweyî ya Kurdan e. Kurd ê vê meseleyê di nava xwe de çareser bikin."

'YEKBÛNA HÊZÊN LEŞKERÎ'

Osman destnîşan kir, ku ya herî rast ji bo Kurdan ew e, hemû hêzên parastinê li binê sîwanekê li hev bicivin û got, "Divê hêzên leşkerî yên hemû partiyan bibin yek û nebin aliyekî siyasî. Heman tişt ji bo Başûrê Kurdistanê jî derbas dibe. Lazim e hêzên leşkerî ne bi partiyên siyasî ve, bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve girêdayî bin."