'Divê hurmet ji îradeya gelê Mûşê re bê nîşandan'

Sirri Sakik û Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kirin, wan li navenda Mûşê û navçeya Malazgîrtê gelek şaşitî û karên ne li rê tespît kirine û gotin, wê mijarê bişopînin.

Karên ne li rê yên di dema jimartina dengên hilbijartina xwecihî de hatin kirin û îtirazên li wan naqedin. HDP'ê ji bo navenda Mûşê û navçeya Malazgîrtê gelek îtiraz kir. Li bajêr ji bo 15 rojan meş, civîn û daxuyaniyên çapemeniyê ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hatin qedexekirin.

Di vê navberê de, Desteya Hilbijartinê ya navçeya Navendî ya Mûşê bi armanca 'ewlekariyê' hatiye dorpêçkirin. Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mûşê Sirri Sakik û Parlamentera Mûşê Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kirin, wan îtirazên xwe hemû bi berfirehî kirine û li ser rewşa dawî ji ANF'ê re axivîn.

GELÊ MÛŞÊ DI BIN ZEXTEKE GIRAN DE DENGÊ XWE DA

Sakik got, mîna ku ambargoya li ser îradeya gelê Mûşê têrê nekiriye, lidarxistina çalakiyan û daxuyaniya çapemeniyê hatiye qedexekirin. Sakik diyar kir, "Beriya vê jî li Mûşê rewşeke awarte hebû. Hilbijartin jî di nava rewşeke wiha de pêk hat. Tevî zextên giran jî gelê Mûşê dengê xwe da. Ji ber vê yekê di hilbijartinê de hîle kirin û em jî îtiraz dikin. Dengên me bi rêjeyeke bilind nehatin hesibandin, hinek jî ji bo partiyên din ên siyasî hatin nivîsandin. Em dibêjin; îradeya gelê vê derê ji nedîtî ve hatiye. Di vê çarçoveyê de 4-5 caran me îtiraz kir. Kîjan ji van îtirazan bi cih were anîn, wê hingî îradeya gel bandorê li encamê bike."

SÊ MEH IN LI BAJÊR PIRSGIRÊK TINE BÛ

Sirri Sakik anî ziman, daxwaza wan ew e ku îradeya gel bi rengekî rast bê eşkerekirin û li ser dorpêçkirina bajêr ji aliyê hêzên ewlekariyê ve got, "Ne pêwîste ku ji bo vê yekê alozî li bajêr bê derxistin û rewşeke awarte bê afirandin. Di nava sê mehên bihurî de li bajêr tiştekî ku gel aciz bike nebû. Lê belê di roja hilbijartinê de dor li vê derê girtin, hîn sindoq venebû bûn bi dahol û zirneyê dest bi pîrozbahiyê kirin. Em jî dibêjin li vê derê tiştekî ecêb heye, ne tenê em her kes dibêje."

Sakik destnîşan kir ku li gorî dane û belgeyên di destê wan de li gelek deveran bi rengekî vekirî deng hatine dayin, her wiha dengên wan ji bo hin partiyên din hatine nivîsandin û got, "Me li 103 sindoqan şaşitî tespît kir. Me ev ragihand, em li benda biryara Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî ya Mûşê ne. Daxwaza her kesî ew e ku hurmet ji îradeya gel re bê nîşandan."

EM Ê PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê û Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî anî ziman ku li Mûşê du deverên bi pirsgirêk hene û got, "Ya yekemîn Malazgîrt e ku li wir AKP bi sê dengan li pêş xuya dike, lê 300 deng nederbasdar hatine hesibandin. Me îtiraz kir ji bo dengên li Malazgîrtê ji nû ve bên jimartin. Me îtirazên xwe doh kir, îro jî bi berfirehî kir."

Koçyîgît anî ziman, ji bo navenda Mûşê jî wan gelek îtiraz kirin û diyar kir, yek ji van îtirazan jî ji bo betalkirina hilbijartina li bajêr e. Koçyîgît got, "Em baş zanin ku li Mûşê hilbijartineke wekhev nehatiye kirin."

Koçyîgît diyar kir, ew li benda biryara desteya hilbijartinê ya navçeyê ne û got, "Divê îtirazên me hemû yek bi yek binirxîne. Em li bendê ne ku encameke erênî werbigirin, eger nebe em ê serî li YSK jî bidin û pêvajoyê bişopînin."