'Divê em bibin dengê girtiyan, dawî li vê bêdengiyê bînin'

Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran got, li gel zext û astengiyan jî divê ew bibin dengê girtiyan û vê bêdengiyê veguherînin qîrînê.

Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran diyar kir ku malbatên girtiyên ku 182 roj in di greva birçîbûnê de ne xwedî li daxwaza rakirina tecrîdê derdikevin û destnîşan kir ku ev yek di heman demê de daxwaza civakê ye.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 27'ê Mijdara 2020'î û vir ve bi rengekî bêdem û dorveger di greva birçîbûnê de ne. Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Mezoptamyayê (MED TUHAD-FED) Elîf Haran ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ku bi Rewşa Awarte re binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan mayinde bûye; bi taybetî sala dawî di bin navê tedbîrên dijî Covîd-19 de hatiye zêdekirin.

Elîf Haran bi bîr xist ku hevdîtina dawî di encama greva birçîbûnê ya 200 rojî de hate kirin û got, "Piştî wê demê polîtîkaya hilanîna tolê ji girtiyan hate meşandin. Tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan dewam kir. Herî dawî di 27'ê Mijdara 2020'î de bi heman daxwazê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hate destpêkirin. Ev çalakî divê weke encama tecrîda li Îmraliyê bê dîtin. Bi taybetî ji ber şewbê û greva birçîbûnê fikar bi du qatî zêde bûn. Ev rewş ji bo girtiyan gelekî bi rîsk e."

ZEXT Û ZORDARÎ LI GIRTIYAN TÊ KIRIN

Haran destnîşan kir ku ev daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan divê bi cih bêne anîn û got, "Di serî de Wezareta Edaletê û rêveberiya girtîgehê, wezîfeya wan e ku mafê jiyan û tenduristiyê yê girtî û hikumxwaran biparêzin. Mixabin di asta heyî de jî ev saziyên navborî bi xemsarî nêzî greva birçîbûnê dibin. Girtiyên ku bi malbata xwe re axivîn diyar kirin ku bi taybetî di nava şert û mercên şewbê de bi navê tedbîran ew tên tecrîdkirin. Her wiha aktîvîteyên wan hemû têne astengkirin. Bikaranîna qada hevpar, hobî, spor û danûstandina navbera koxûşan bi temamî ji holê hate rakirin û girtiyên bi nexweşiyên giran ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar têne hiştin ku ev yek pirsgirêkên bingehîn e. Dibêjin ku dema diçin nexweşxaneyê jî 14 rojan wan dixin karantînayê, bi vî rengî zext û zordariya tecrîdê li wan dikin. Li gel şewbê jî di bin navê lêgerînê timî diavêjin ser koxûşan, cezayê dîsîplînê li girtiyên dikevin greva birçîbûnê dibirin û bi tenê li hucreyekê têne bicihkirin."

DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN CIVAKÊ NE

Haran destnîşan kir ku malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û got, "Malbat gelekî bi fikar in. Malbat di heman demê de piştgiriyê didin mafên rewa û mafdar ên zarokên xwe. Li bendê ne ku bersiv ji van daxwazan re bêne dayin. Destnîşan dikin ku daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên malbatan û civakê ye."

DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN

Haran bal kişand ser bêdengiya li derve ya li pêşberî greva birçîbûnê û wiha dewam kir, "Em di bin bandora şewbekê de ne ku li tevahiya cîhanê belav bûye. Bêguman di rojeva rêxistinên civakî yên sivîl, hêzên demokratîk, malbatan û saziyên din de greva birçîbûnê ya li girtîgehan heye. Lê belê çawa ku saziyên pêwendîdar şewbê li dijî girtiyan veguherandine firsendê, li derve jî rewşeke bi heman rengî heye. Bi taybetî li deverên mîna Wan û Amedê 15 rojan carekê çalakî û xwepêşandanan qedexe dikin. Bi destgîrkirin û girtinê re hewl didin nava saziyan vala bikin. Operasyonên qirkirina siyasî sedemeke. Li gel van hemûyan divê em bibin dengê girtiyan û vê bêdengiyê veguherînin qîrînekê."