'Divê dewlet dest ji şewitandina daristanan berde'

Ekolojîst Guner Yanliç bang li hikumetê kir ku dest ji şewitandina daristanan a bi hinceta 'ewlekariyê' berde û di mijara vemirandinan şewatê de jî tedbîran werbigire.

Ekolojîst Guner Yanliç diyar kir, şewat ji ber polîtîkayên taybet ên dewletê derdikevin û destnîşan kir ku divê tedbîr bên wergirtin.

Li gorî rapora Midûriyeta Giştî ya Daristanan û Wezareta Karên Av û Daristanan, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê sala 2017'an 119 hezar 92 hektar qada daristanî zerar dîtin. Ji du hezar 411 şewatên daristanan ên par rû dan sedema hezar 280 ji wan nehate eşkerekirin.

Ekolojîst Guner Yanliç anî ziman, hin şewat ji ber polîtîkayên rantê hin jî ji ber polîtîkayên şerê taybet rû dane. Yanliç diyar kir, şewata li bajarên Tirkiyeyê bi giranî ji ber polîtîkayên rantê, yên li Kurdistanê jî ji ber polîtîkaya şer derdikevin û bi bîr xist, ji salên 1990'î û vir ve bi rengekî bê navber bi hinceta operasyonên leşkerî û şer daristan tên şewitandin. Yanliç anî ziman ku ew banga xwe ya ji bo pêşîgirtina li şewata daristanan her sal dubare dikin û got, "Salên beriya niha jî me gotibûn ku divê daristan ji aliyê wijdanî, hiqûqî û destûra bingehînî ve bên ewlekirin. Daristan mezintirîn û girîngtirîn ekosîstem a dinyayê ye, lewma divê werin parastin. Me gelek caran destnîşan kir ku bi şewata daristanan aştî pêk nayê. Em îsal jî banga xwe dubare dikin. Şewata daristanan ji ber kîjan sedemê tê derxistin jî ji bo dubare nebe em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Em vê biryardariya xwe her sal nîşan didin. Saziyên cemaweriyê yên ku şewata daristanan venamirînin em wezîfeya wan tînin bîra wan."

DESTÛR NEDAN GEL KU ŞEWATÊ VEMIRÎNIN

Yanliç bal kişand ser şewata li deh herêman ku bi hinceta operasyonên leşkerî hatin derxistin û bi bîr xist, wan hem bi daxuyaniya xwe hem jî bi daxuyaniyeke rêxistinên ekolojî xwestine ji bo şewata li daristanan bê astengkirin tedbîr bên wergirtin. Yanliç diyar kir, heman piştî vê yekê li Cûdî, Besta û Omeryanê bi bahaneya şer daristan hatine şewitandin û got, bi taybetî li herêma Talatya ya Omeryanê destûr ji gel re nehate dayin ku şewatê vemirîne. Yanliç bang li hikumetê kir ku dest ji şewata daristanan a ji ber bahaneya ewlekariyê berde û li dijî şewatê tedbîran werbigire.

RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ DIKARIN ŞEWATÊ ASTENG BIKIN

Yanliç destnîşan kir ku rêveberiyên xwecihî ji bo astengkirina şewata li daristanan divê polîtîkayan biafirînin û got, "Operasyonên leşkerî, şer an jî bi kîjan armancê dibe bila bibe divê daristan neyên şewitandin. Yên ku dibin sedema şewitandina daristanan em wan şermezar dikin. Em bang li rayedaran hemûyan dikin ku tedbîran werbigirin."