'Divê dawî li bêhurmetiya li cenazeyan bê anîn'

Adnan Orhan anî ziman ku dema dît, cenazeyê Hakan Arslan di hundirê kîsekî de radestî bavê wî hate kirin, xizmên wî yên di salên 1990'î de bi gulereşandinê hatin qetilkirin, hate bîra wî.

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî cenazeyên Kurdan, weke hîmekî rêbazên şerê qirêj dewam dike. Bi taybetî salên dawî cenazeyên gerîlayên şehîd bûne bi rêya kargoyê di hundirê paketan de ji malbatên wan re têne şandin. Herî dawî cenazeyê Hakan Arslan ê sala 2016'an li navçeya Sûr a Amedê di berxwedana xwerêveberiyê de hate qetilkirin li Edliyeya Amedê di hundirê kîsekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hate kirin. Mijar piştî ku di çapemeniyê de hate weşandin bû sedema nerazîbûnan.

Ji Însiyatîfa Hurmeta li Miriyan û Edaletê Adnan Orhan têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî cenazeyan û goristanan ji ANF'ê re axivî.

Orhan diyar kir ku di herikîna dîrokê de timî li hemberî cenazeyên Kurdan û gelên din ên qedîm polîtîkaya zilmê hate meşandin û bi bîr xist ku piştî ragihandina komarê ev zilm girantir bû. Orhan komkujiyên Agirî, Zîlan, Dersim û Koçgirî bi bîr xist.

'DESTHILATDARAN HEMÛYAN EV YEK KIRIN'

Orhan anî ziman ku nêzî sed sal in li hemberî Kurdan ev helwest nehatiye guhertin û got, "Mejiyê nehatiye guhertin, gotinên nijadperest û faşîst, çalakiyên bi heman rengî dewam dikin. Dema ku mirov 40 salên dawî binirxîne jî kiryarên bi vî rengî gelek in. Di salên 90'î de gund hatin şewitandin, mirov bêdarizandin hatin kuştin, ji helîkopterê hatin avêtin, hatin qetilkirin û cenazeyên wan avêtin bîrên asîtê. Her wiha me dît ku cenazeyên mirovên hatin qetilkirin li pişt panzerê ve hate girêdan û bi erdê re hatin kaşkirin. Di dema qedexeya derketina derve de cenaze bi rojan nekarî veşêrin, hestiyên cenazeyan ya bi kargoyê yan jî li edliyeyê di hundirê qutiyê de radestî malbatên wan hatin kirin, goristan hatin xerakirin. Her wiha li girtîgehan girtiyên nexweş ji mirinê re têne hiştin. Mixabin ev hemû nebû derdê ti desthilatdariyê. Desthilatdariya heyî jî ev ji nedîtî ve hat, kevneşopî xera nekir."

ENCAMA MEJIYÊ YEKPEREST

Orhan ragihand ku dema dît cenazeyê Hakan Arslan li edliyeyê di hundirê kîsekî de radestî bavê wî hatiye kirin, xizmên wî hatin bîra wî ku di salên 1990'î de bi gulereşandinê hatin qetilkirin û got, "Bavê min, apê min û pismamên min li gundê Bagcilar ê Pasûrê xistin goreke komî. Hestiyên wan jî di hundirê kîseekî de radestî malbata me hate kirin. Piştre jî bi biryara dozgeriyê di hundirê kîsekî de li goristana bêkesan hatin veşartin. Êşa ku bi apê Alî Riza dane kişandin bi kûrahî hîs dikim û gelekî li ber ketim. Ev jî vê yekê nîşan dide ku hîn feraseta salên 90'î dewam dike. Ev yek bi ti awayî nikare bê îzahkirin. Ne mirovî ye, ne exlaqî ye ne jî wijdanî ye. Lewma rewş li holê ye, tiştek nehatiye guhertin. Ev yek mejiyê nenaskirina mafê jiyanê ji mirovên li derveyî xwe ye, encama mejiyê yekperest e."

Orhan ragihand ku di nava her civak û çandê de hurmeta li miriyan heye, divê hebe û got, "Bêhurmetiya li cenazeyan, mirovan bi hêrs dike. Mafê mirovan heye ku li gorî rûmeta mirovahiyê cenazeyê xwe veşêre." Orhan destnîşan kir ku divê ev nêzîkatiyên bêperwa bêne teşhîrkirin û diyar kir ku pêwîstiya her kesî bi jiyaneke demokratîk û bi rûmet heye.