Dirûngeha gerîla ya li qada şer

Şervan Mardîn piştî ku ji metropolên Tirkiyeyê tevlî nava refên gerîla bû, terîtiya ku pîşeyê wî ye dewam kir. Dibêje ku ew bi ked û berhemên xwe di nava çalakiyan de cih digire.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê mirov gelek aliyên şer dibînin. Cebilxane, lojîstîk, lewazim, binesazî, nexweşxaneya endezyarî û hwd. Di nava van hemûyan de me xwest bibin mêvanê dirgûngehê û bibînin bê kincên gerîla çawa tê amadekirin. Li dirûngeha gerîla, Şervan Mardîn bersiv da pirsên me.

JI STENBOLÊ BERÊ XWE DA ÇIYÊ

Şervan Mardîn 23 salî ye. Sê sal in li nava refên gerîla ye. Li metropolên Tirkiyeyê li kargehên dirûtinê xebitiye. Ji ber ku nekarî xwe li zext û zordariya dewletê rabigire, berê xwe da çiyê. Dibêje ku malbata wî ya welatparêz jê re bû alîkar ji bo karibe xwe bigihîne gerîla: "Dewleta TC ciwanên Kurd asîmîle dike û dixe nava jiyaneke dejenere. Malbata min ji bo pêşî li vê bigire, ez teşwîq kir. Li ser vê yekê tevlî nava refên gerîla bûm."

Şervan qala rêwîtiya xwe ya ber bi gerîla kir: "Mirov nedikarî xwe li zilma dewleta Tirk rabigirin. Ji aliyekî ve bi vê zilmê diêşiyam, ji aliyê din ve jî hêrsa min a li dijî dijmin zêde bûbû. Bi taybetî komkujiyên Şengal û Roboskî û şerê Kobanê wijdanê min xiste nava liv û tevgerê."

HER KES KARÊ XWE DIKE

Şervan Mardîn tîne ziman ku dewleta Tirk bi rengekî barbar êrîş dike, dixwaze gerîla bê bandor bike, lê her kes li ser karê xwe ye. Wiha didomîne: "Gelekan qala qedandina PKK'ê kirin. Ev 40 sal in hê bi têkçûna xwe îqna nebûne. Xwe bi xwe dixapînin. Ji wan nayê ku PKK'ê biqedînin. Ji ber ku felsefe û îdeolojiya Rêber Apo di hiş û mejiyê gelê Kurd de bi cih bû."

Di dewama axaftina xwe de Şervan qala karê xwe yê dirûtinê dike. Dema ku tevlî nava gerîla bû pîşeyê xwe dewam kir. Destnîşan dike ku berê ew ji bo patronan dixebitî, lê niha bi keda xwe tevlî şoreşê dibe. Xuya ye gelekî jîr û jêhatî ye. Hem kar dike hem jî bersivê dide pirsên me: "Li gorî pêwîstiyên gerîla ez malzemeyên leşkerî; kinc, çente, qilfê rextan didirûm. Her wiha ji bo malzemeyên hesas û teknîkî yên gerîla (cîhaz, kompûter, malzemeyên leşkerî) qilfên ji bo parastina wan didirûm. Bi vî rengî em malzemeyên xwe hem diparêzin, hem jî dikin ku demdirêj bên bikaranîn."

TAYBETMENDIYA KINCÊN GERÎLA

Pirsa kincên gerîla lê dikim. Diyar dike ku mantiqekî kincan heye û dibêje, "Tevî estetîkê gelekî girîng e ku xweş bê bikaranîn." Tîne ziman ku modela ku li şert û mercên gerîla tê di nava salan de derkete holê û bi serbilindî dibêje, kincên niha tên dirûtin yên herî baş li çiyayên Kurdistanê tên."

Şervan dibêje, "Dema em modernîteya xwe diafirînin, em modaya xwe jî çêdikin" û destnîşan dike ku li ser unîformayên gerîla her wiha şopên çandî jî hene. Diyar dike ku kincên kevneşop ên Botanê li gorî pêwîstiyên gerîla hatine nûkirin.