BI DÎMEN

Dîndar: Divê girtîgeha Îmraliyê bê girtin

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmût Dîndar bang li desthilatdariyê kir ku dawî li tecrîdê bîne û dengê dayikên ku Nobeta Edaletê digirin bibihîze. Dîndar got, divê girtîgeha Îmraliyê bê girtin.

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmût Dîndar destnîşan kir ku eger desthilatdarî tenê li gorî qanûnan tevbigere wê tecrîd ji holê rabe û got, “Heta ku tecrîd neyê şikandin wê rewşên xirabtir rû bidin.”

Dîndar ê ku ji ANF’ê re axivî, wiha got: “Li Kurdistanê mirov tên qetilkirin, leşker jiyana xwe ji dest didin û her tim cenaze tên. Divê ev yek bi dawî bibe. Ji ber vê yekê divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan were şikandin. Her kes dizane ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye."

Dîndar da xuyakirin ku berovajî daxwaza me tecrîd hatiye girankirin û ti gaveke erênî nehatiye avêtin û wiha domand: "Nobeda Edaletê ji bo şikandina vê tecrîdê destpê kiriye. Pêwîste guh bidin dengê dayikên me yên hêja ku zarokên wan bi salan e di girtîgehê de ne. Em dibînin ku; Desthilatdarî bêdeng e û vê yekê piştguh dike. Çima aştiyê naxwazin, çima pêşî li şikandina vê tecrîdê digirin, çima deriyên girtîgehan venakin? Rewşa ku ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve gihaştiye li holê ye."

DIVÊ HEVDÎTIN DESTPÊ BIKIN

Dîndar diyar kir ku ew piştgirî didin dayikan û wiha berdewam kir: "Bi hezaran sal in em li vê axê dijîn. Nasnameya me, hebûna me qebûl nakin. Em dixwazin bi awayekî wekhev bijîn. Eger tecrîd were şikandin, dikare pêşî li şer were girtin. Em dibêjin bila bi Birêz Ocalan re hevdîtin destpê bike û aramî pêk were. Li rewşa aborî binêrin, mirov dê çawa debara xwe bikin? Di nava 40 salan de 600 mîlyar dolar ji şer re hat veqetandin. Girtiyên ku li girtîgehan bedena xwe dane ber mirinê, aştiyê dixwazin. Divê hemû partiyên siyasî wisa bifikirin. Divê Tirkiye qanûnên xwe bi cih bîne û tecrîdê rake. Hûn li gorî kîjan qanûnan pêşî li serdanên malbatan digirin? Heta ku tecrîd neyê şikandin wê rewşên xerabtir rû bidin. Divê hilbijêrên ku deng dane AKP'ê jî vê siyaseta qirêj û durû bibînin. Em dizanin ku dê aştî bi Birêz Abdullah Ocalan re pêk were û ji ber vê yekê divê Îmrali bê girtin. Divê Birêz Ocalan nêrîn û ramanên xwe bi azadî vebêje."