Dîmenên şîdeta li Cizîrê

Li Cizîrê dîmena şîdeta polîsan a li ser kesên hatin destgîrkirin, derket holê. Hate diyarkirin polîsan gotine “Em bixwazin em dikarin guleyan li we bireşînin.”

Li Taxa Yafesê ya Cizîra Şirnexê vê sibehê di operasyonên qirkirina siyasî de Îbrahîm Kizilkaya, Resûl Vesek û Abdulmutalît Tetîk hatibûn destgîrkirin. Di dema destgîrkirinê de polîsan deriyê malan şikand, li mirovan da û gef li wan xwar.

DÎMENÊN ŞÎDDETÊ DERKETIN HOLÊ

Li gorî nûçeya MA’yê şîddeta polîsan a li ser Abdulmutalîp Tetîk di kameraya ewlehiyê de derket holê. Polîsên ku rûyê xwe girtibûn, dema birayê Tetîk Kahraman Tetîk derî vedike, wî li ser çongan dide rûniştandin. Di wê demê de polîsek pehînekê li pişta Tetîk dide û polîsekî din bi çonga li pişta Tetîk dide.

Hate diyarkirin polîsan heqaret li maliyên Tetîk jî kirin. Hevjîna Tetîk, Bahar Tetîk got ku “Sibehê saet di 05.’an de hatin. Gotin ez polîs im û derî şikandin. Hevjînê min Abdulmutalip destgîr kirin û destê wî xistin kelepçeyê. Piştre bi pehînan li serê wî dan.”

Hate diyarkirin polîsan gotine, heke hûn dengê xwe bikin ferman hatiye dayin ku em guleyan li we bireşînin.

Her 3 kesên hatibûn destgîrkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.