Dîmenê çalakiya li ser qereqola Kanî Masî hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li ser qereqola dagirkeran a li Kanî Masî ya Metînayê weşand. Di çalakiyê de 2 dagirker hatibûn kuştin.
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li ser qereqola dagirkeran a li Kanî Masî ya Metînayê weşand. Di çalakiyê de 2 dagirker hatibûn kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
"13'ê Tebaxê saet di 07:30'an de tîmên me yên bi tevger li qereqola li Kanî Masî ya li Metînayê xistin. Hêzên me kozikeke dagirkeran a ku 2 dagirker tê de bûn îmha kirin û di encamê de 2 dagirker ceza kirin. Piştre jî li dagirkerên hatin qadê xistin û dagirkerek ceza kirin, dagirkerek jî birîndar kirin. Sîstemeke kamera ya mobesse jî hate îmhakirin."