Dîmenê çalakiya li herêma Xantûrê hate weşandin-NÛ BÛ

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li herêma Xantûrê weşand, ku di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin û çekek A4 û kameraya mobesse hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, 20'ê Nîsanê 2021'ê li herêma Xantûrê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Berxwedan çalakiyeke xurt kirin. Di vê çalakiyê de koizkek çeka A4 hate rûxandin û 2 dagirker hatin cezakirin. Her wiha kamerayeke mobesse ya li ser gir ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin."