Dîmenê çalakiya gerîla ya li ser qereqola Kanî Masî hate weşandin
Gerîla TV’yê dîmenê çalakiya gerîla ya 6’ê Tebaxê li ser qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker lidar xistibû, weşand.
Gerîla TV’yê dîmenê çalakiya gerîla ya 6’ê Tebaxê li ser qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker lidar xistibû, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî dabû:
"6’ê Tebaxê saet di 08.30’î de qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker a li nehiyeya Kanî Masî ya navçeya Amediyê ya Dihokê bû hedefa hêzên me û bi çekên giran lê hate xistin. Di encama derbên tîma me ya bi tevger de; 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek, 2 pergalên radarê û pergaleke kameraya mobesse hatin rûxandin."