Dilbirîn: Heftanîn wê ji dagirkeran re bibe goristan

Gerîlaya YJA Starê Dunya Dilbirîn destnîşan kir ku gerîla derbên giran li dagirkeran dixin û diyar kir, Heftanîn wê ji dagirkeran re bibe goristan.

Gerîlaya YJA Starê Dunya Dilbirîn destnîşan kir, ku roja gerîlayên jin a di nava jinûve avabûnê ya nû de, di şerê Heftanînê de gelekî eşkere bûye.

Dunya Dilbirîn yek ji wan gerîlayan e ku di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de li qada Xantûrê li dijî dagirkerên Tirk şer kiriye. Dilbirîn diyar kir, li gel derfetên xwe yên teknîkî û bombardûmana giran a bênavber, artêşa Tirk li bin guhê berxwedana dîrokî ya gerîla ketiye û got, "Her ku berxwedan mezin dibû, baweriya bi serketinê jî zêde dibû û teknîka wan dihate pûçkirin. Dilsoziya hevrêtiyê, moral, motîvasyon û bawerî ev berxwedan xurtir dikir."

Dilbirîn bal kişan ser îradeya qewîn a gerîla û destnîşan kir ku gerîla derbên giran li dagirkeran dixe: "Di van çeperan de bi qasî şerkirinê, şehîdbûn û xwedîderketina li xewn û xeyalên şehîdan tiştekî bi rûmet nîne. Em zanin ku em ê bi ser bikevin. Baweriya me tam e. Heftanîn wê ji bo dagirkeran bibe goristan."

Dilbirîn diyar kir ku jin di vê berxwedanê de bi rola pêşengiyê radibe û got, "Li Bektoryayê, Dûpişkê, Şehîd Viyan, Pîrbila û Şeşdarayê, hevalên jin bi roleke gelekî mezin rabûn. Rola hevalên jin a di jinûve avakirinê de bi şerê Heftanînê gelekî eşkere bû. Dema ku şehîd dibûn jî bi rola herî mezin tevdigeriyan. Weke şopdarên wan em ê Cenga Heftanînê bi ser bixînin."