'Dijmin nikare bi gerîla, lewma çekên kîmyewî bi kar tîne'

Gerîlayên YJA Starê Adar Ararat û Çiya Qamişlo yên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, diyar kir ku dewleta Tirk ji ber ku nikare berxwedana gerîla bişikîne, çekên kîmyewî bi kar tîne.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê mehek li pey xwe hişt. Berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li dijî van êrişên dagirkeriyê dewam dike. Gerîlayên YJA Starê Adar Ararat û Çiya Qamişlo, êrişên dewleta Tirk nirxand.

Adar Ararat ku weke gerîlayeke YJA Starê cihê xwe di Pêngava Bazên Zagrosê de digire wiha axivî: "Zêdeyî meheke êriş dewam dike. Dijmin li dijî me her rê û rêbazê bi kar tîne, lê wê ti carî nikaribe pêşî li me bigire. Li gel vê teknîkê jî dijmin ji hêza gerîla gelekî ditirse. Ji ber ku em xwedî biryardarî û îradeyeke mezin e. Heta ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hebin, dijmin wê ne karibin xaka me dagir bike, ne jî bikeve qadên me.

Dewleta ku nikare berxwedana gerîla bişikîne, çekên kîmyewî bi kar tîne û bi vî rengî hevalên me qetil dike. Em ê jî li ser şopa hevalên xwe bimeşin ên ku di oxira vê têkoşînê de şehîd bûne û tola wan hilînin. Bila dijmin bi vê baş zanibe; wê ti carî nikaribe xaka Avaşînê dagir bike. Em ê heta dawiyê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û Avaşînê li dijmin bikin goristan."

EM Ê DEST JI AVAŞÎNÊ BERNEDIN

Ji berxwedêrên herêma Avaşînê gerîlaya YJA Starê Çiya Qamişlo jî diyar kir ku dewleta Tirk destpêkê ji hewayê ve bombe li qada Mamreşo barand, piştre jî ji bejahî ve dest bi êrişê kir. Çiya Qamişlo destnîşan kir ku wê heta dawiyê li dijî van êrişan li ber xwe bidin û got, "Hevalên ku li Mamreşo li dijî dijmin bi rojan li ber xwe dan û gihîştin şehadetê, ji bo me bûn hêzeke gelekî mezin.

Em ê xeyalên hevalên xwe yên şehîd bûne bi cih bînin û dijmin ji xaka Kurdistanê derxînin. Avaşîn wê ji bo dijmin bibe derd, ji ber ku em ê avaşînê ti carî ji wan re nehêlin. Heval hemû jî wê li ser vê bingehê bersivê bidin dijmin. Moral û coşa me hemûyan di cih de ye. Em ê bi vê moral û kelecanê dijmin pûç bikin. Em ê Avaşînê ti carî ji dewleta Tirk re nehêlin."