Li Seqizê xwepêşandêrek hate qetilkirin

Doh bi armanca şermezarkirina qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî (Mehsa) welatiyên bajarê Seqizê daketin kolanan. Hêzên Îranê gule li xwepêşanderan barand ku di encamê de çend welatî birîndar û welatiyek jî jiyana xwe ji dest da.

Bi armanca şermezarkirina qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî (22) ya di dema ji aliyê polîsên “dijî bê hîcabiyê” de hatibû destgîrkirin êşkence lê hatibû kirin û piştî 3 rojan ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, doh li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Hat hînbûn ku di çalakiya protestoyî ya li bajarê Seqizê de hêzên çekdar ên Îranê xwe li çalakiyê negirtine û gule li xwepêşanderan reşandine. Di encama wan gulebaranên hêzên Îranê de çend welatiyên Kurd ên bajêr birîndar bûne û welatiyek jî hat qetilkirin.

Welatiyê ku hat qetilkirin navê wî Kiyan Direxşan e.

Têkildarê hejmar û rewşa kesên birîndar bûnî agahiyek zelal nehat bidest xistin.