Di tatbîqata Hêzên Gulan de sivîl bûn hedef

Di dema tatbîqatek leşkerî ya Hêzên Gulan de ku yekîneyên girêdayî mala Barzan in, li gundê Bînawî dayîkek û keça wê birîndar bû û ziyanek mezin gihiştiye malan.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ya ku xwe dispêre çavkananiyekê, li gundê Bînawî yê ser bi bajarokê Xelîfanê yê girêdayî herêma Soran komek ji leşkerên Hêzên Taybet a Gulan ku girêdayî malbata Barzanî ne, li çiyayê Benî yê Herîr tatbîkatek leşkerî pêk anîn e. Her wiha hat diyarkirin ku hinek guleyên hewanan û doşkeyan diteqînin û ber bi gundê Bînawî dikevin xwarê.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku di encama gulebaranan de keçek û dayîkek yê gundê Binawî birîndar bûn û rakirine nexweşxaneya bajarokê Xelîfanê.

Li gorî agahiyên hatî bi destxistin hêzekî mezin ya emnî li derdora nexweşxaneyê û gundê Bînawî belav bûye û rê nadin ku ragihandin agahiyên pêwîst ji cihê buyerê û birîndaran werbigirin.

Herî dawî li gorî agahiyên ku heman çavkaniyê ji Rojnews’ê re ragihandî ziyanek mezin gihiştiye malên welatiyan.