Di navbera Hewlêr û Bexda de li ser 4 xalan lihevkirin

Di encama civîna li Silêmaniyê ya navbera Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Alîkarên Serokkmarê Iraqê Alawî û Nûceyfî de pêk hat, di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê de li ser 4 xalan li hev kirine.

Di encama civîna li Silêmaniyê ya navbera Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Alîkarên Serokkmarê Iraqê Alawî û Nûceyfî de pêk hat, di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê de li ser 4 xalan li hev kirine.

Endamê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, diyar kir ku di encama civînê de hikûmeta navendî ya Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê li ser 4 bendan li hev kirine.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêmê cih girtî, xalên ku li ser li hev kirine wiha ne:

-Di navbera aliyên siyasî yên serekî li Iraqê ji bo aramîkirina rewşê destpêkirina guftûgo û civînan.

-Civîn li ser agahiyên eşkere bên kirin.

-Bidawîkirina pêkanîna cezayên li ser Herêma Kurdistanê.

-Di demek herî nêz de civîn destpê bikin. Her wiha bi pişt dayîna aliyên taybet civîn dewam bikin.

Îro li Silêmaniyê hevdîtin pêk hatibû.

Di navbera Barzanî û Nûceyfî yên ku ji ber wefata Sekreterê Giştî yê Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Celal Talebanî li Silêmaniyê bûn, civînek lidar xistin.

Nûceyîf ê piştî civînê daxuyaniyek da wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê de bên çareserkirin, divê li hemberî hev lihevkirinek pêk were.”

Allawî jî got: “Pirsgirêkên di navbera Kurdistan û Iraqê de, mijarên navxweyî yên Iraqê ne. Ti dewlet divê nekeve nav mijarên navxweyî yên Iraqê. Divê em pirsgirêk bi lezgîn bên çareserkirin.

Civîna mijara gotinê, piştî referandûma 25’ê Îlonê hate kirin û şûnde, di navbera Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de di asta jor de pêk hatiye.

Piştî referandûmê li gorî daxuyaniya ji ofîsa Allawî hate kirin, hatibû diyarkirin ku Barzanî “Bi armanca referandûmê û destpêkirina referandûman ji bo Allawî nameyek şandibû.” Têkildarî mijarê ji PDK’ê ti tişt nehatibû gotin.

Li aliyê din Nûceyfî yê ku nûnertiya alimên Sûnî yên Iraqê dike, di rojên borî de li gel Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hevdîtinek pêk anîbû.