Di Meşa Dirêj de şehîdên şoreşê hatin bîranîn

Ciwanên ku ji Essenê berê xwe dan Aachenê, roja sêyemîn a meşa dirêj li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Dusseldorfê bi bîranîna şehîdan bi dawî kirin.

Ciwanên Kurd û enternasyonal bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê" ji bajarê Essen ê Elmanyayê berê xwe dan bajarê Aachenê. Roja 3'emîn a Meşa Dirêj bi dawî bû.

Ciwanên ku doh serê sibehê ji balafirgeha Dusseldorfê dest bi meşê kirin, piştî meşa ji 16 km'yî gihîştin navenda Dusseldorfê.

Ciwanan danê êvarê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd gerîlayên ji Ewropayê tevlî refên azadiyê bûn û şehîd ketin, bi bîr anîn.

Li salona bîranînê wêneyên şehîd Baran Mawa, Tijda Ekecîk, Dîdar Harûn, Seher Denîz, Delal Nûrhak, Berjîn Zenda, Senar Zagros, Lecwan Mûnzûr û Alî Çîçek hatin daliqandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, ciwan axivîn û diyar kirin ku di vî şerê man û nemanê de gelekî girîng e ku ciwan bi rola xwe rabin.

Dayika Şehîd Lecwan Mûnzûr Ayten Sunger jî beşdarî bîranînê bû. Ayten Sunger endama Koordînasyona PAJK'ê Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo bi bîr anî û got, "Em soz didin ku li ser şopa wan bin."

Ciwanên ku di bîranînê de axivîn, destnîşan kirin ku Meşa Dirêj meşeke serketinê ye.

Bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir.

Di roja 4'an a çalakiyê de ciwan wê ji Hîldener Strasse ya Dusseldorfê heta bi Bahnhof a Leverkûsenê bimeşin.