Di merasîma bîranînê ya şehîd Şukrî Serhed de, nûçegihanên Rojnewsê û Çetirê hatin destgîrkirin

Di dema şopandina merasîma bîranînê ya şehîd Şukrî Serhed (Yasîn Bûlût) de, du nûçegihanên Rojnewsê û kamarevanekê kompanyaya Çetirê hatin destgîrkirin.

Îro di saet 16.30’ê êvarê de li taxa Çar Çira ya Silêmaniyê bi boneya yekemîn salvegera şahadeta Şûkrî Serhed (Yasîn Bûlût) merasîma bîranînê hat lidarxistin. Piştî merasîma bîranînê qediya asayîşa Silêmaniyê bêyî sedem dest danî ser kamera û amûrên rojanmevanên ku merasîma bîranînê dişopandin û wan destgîr kirin.

Nûçegihanên ajansa Rojnewsê Botan Germiyanî, Birwa Esed, li gel kameravanê kompanyaya ragihandinê ya Çetir’ê Mihemed Ezîz di dema şopandina nûçeyê de bêyî tu sedemek were nîşandan ji aliyê asayîşê ve hatin destgîrkirin.

Nehate zanîn ku ji derveyî her sê rojnamevanan tu rojnamevanek din hatiye girtin an na. Li gorî agahiyên asayîşê diyar kiriye, dibe piştî lêpirsîna rûtîn serbest bên berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema xwepêşadanên Silêmaniyê de jî du nûçegihanên ajansa Rojnewsê dîsa di dema şopandina nûçeyê de hatibûn destgîrkirin û dest danîbûn ser amûrên wan yên kar û telefonên wan ên şexsî. Heta niha jî asayişa Silêmaniyê kamera û amûrên rojnamevaniyê yên ajansa Rojnewsê nedaye.