Di Meclîsa Kerkûkê ya Tevgera Azadî de rojeva taybet: parastina cehwerî

Rêveberiya Kerkûkê ya Tevgera Azadî civîna xwe ya şeş mehan a navberê çêkir, endamên nû anî ser rêveberiya meclîsa bajêr û mijara ‘talokeyên li ser Kerkûkê û giringiya xweparastinê’ kir rojevek taybet.

Meclîsa Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Kerkûkê civîna navberê ya 6 mehan çêkir. Di civînê de endamên Encûmenên Kerkûkê yên Tevgera Azadî, endamên Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê (RJAK), Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Welatarêz hazir bûn. Civîn li avaniya Tevgera Azadî çêbû.

Li gorî geşedanên herêmê di civînê de rojeva ‘talokeyên pêkan ên li ser Kerkûk’ê bû rojeveke taybet. Di civînê de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdûllah, Endamên Rêveberiya Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed û Huseyîn Kerkûkî û Hevserokê Tevgera Azadî yên Kerkûkê, nûnerên Germiyanê jî hazir bûn.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdûllah got Başûrê Kurdistanê di pêvajoyeke nazik re derbas dibe û bi referandûmê re bêhtir nazik dibe. Ebdûllah got Kerkûk bajarê Kurd, Ereb, Tirkmenan e û û got, di vê pêvajoya nazik de tekane tiştê ku ew ê xwe pê bigirin, felsefeya neteweya demokratîk e.

Ebdûllah got PDK referandûmê li hundir li dijî rikberên siyasî û li dijî Bexdayê jî ji xwe re kiriye ku tawîzan bi dest bixe û got, ‘’Em PDK’ê nas dikin. Bi referandûma bê wext û bê proje, deriyê nû yê şer li herêmê vedike. Li hêla dî jî PDK bi vê kartê, îxanetên ku li partî, rêxistin û parçeyên Kurdistanê kirî dixwaze bifiroşe hine dî. Ji bo vê jî kî rexneyeke biçûk lê bike wan weke ku dijberê referandûmê û serxwebûnê radigîne.’’

Di civînê de mijareke taybet, ‘li dijî talokeyên li ser Kerkûkê giringiya xweparastinê’ bû. Piştî dengdanê endamên nû yên meclîsê hatin hilbijartin. 

Civîn bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî biratiya gelan’ qedia.