'Di lêgerîna çareseriyê de me pîvanên xwe diyar kirin'

Yûsif: Li ser çareseriya krîza Sûriyeyê me projeya federasyonê ragihand. Ev yek parçeyekî çareseriyê ye. Li Bakurê Sûriyeyê ya hatiye rizgarkirin, me ev biryar bi gelan re girt.

Yûsif: Li ser çareseriya krîza Sûriyeyê me projeya federasyonê ragihand. Ev yek parçeyekî çareseriyê ye. Li Bakurê Sûriyeyê ya rizgarkirî, me tevî hemû gelan ev biryar girt.

Hevseroka Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif, reaksiyona li projeya wan a federasyonê, plansaziya siberojê, dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê, operasyona Reqayê û danûstandinên li Astanayê ji ANF'ê re nirxand.

Yûsif bibîr xist, îlana federasyonê di meha Adarê de hat kirin û got, "Hem li hundir hem jî li derve, hin hêzan nerazîbûn nîşanî projeya me dan. Hem rejîmê, hem jî mûxalefeta Sûriyeyê, her wiha dewleta Tirk, Erebîstana Siûdî û Qatarê îdîa kirin ku Sûriye wê bi federasyonê re parçe bibe û nerazîbûn nîşan dan. Bêguman naveroka projeya me hê fêhm nekiribûn. Her wiha rejîmê û mûxalefetê hewl didan vê projeya me reş bikin. Kirin ku ev proje şaş were fêhmkirin, Lê belê dewletên li herêmê, dewletên navneteweyî û hêzên li hundir baya hevdîtinan baştir projeya me fêhm kirin."

JI BILÎ DEWLETA TIRK, KES LI BER RANEBÛ

Hediye Yûsif diyar kir, di encama karê wan ê 8 mehan de encamên erênî derketine holê û wan armanca û naveroka projeya xwe li qada dîplomatîk jî baş dane nasandin. Yûsif bal kişand ser civîna duyemîn a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û anî ziman, di vê civînê de hevpeyman hate erêkirin û naveroka sîstema wan diyar bûye. Yûsif got, "165 kesî ev hevpeyman erê kirin û ev yek jî li raya giştî vekirî hat meşandin. Nêzîkatiya giştî heta niha erênî ye. Dewletên li herêmê û dewletên li qada navneteweyî weke gaveke erênî dîtin. Her wiha hin hêzan, ji ber ku projeyeke demokratîk de peyamên pîrozbahiyê şandin. Bi kurtasî heta niha ti reaksioneke neyînî nehatiye nîşandan."

Yûsif anî ziman, ku tenê dewleta Tirk li ber vê projeyê rabûye û got, "Ji ber ku projeyeke dewleta Tirk a dagirkirina Bakurê Sûriyeyê heye. Lewma projeyeke demokratîk a gengaz li Bakurê Sûriyeyê li dijî berjewendiyên xwe dibîne. Ji bilî Tirkiyeyê, ji aliyê giştî ve reaksiyoneke erênî li projeya me hat nîşandan."

Yûsif destnîşan kir, ji bo wan a herî girîng xwedîderketina gelên li Bakurê Sûriyeyê li vê projeyê bû ragihand, her kesî cihê xwe di nava vê projeyê de dît.

ERDOGAN MÛXALEFET FIROT

Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif diyar kir, siyaseta AKP'ê hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriye/Rojava têk çûye û got, "Gelê Sûriyeyê siyaseta dewleta Tirk a ku destekê dide terorê, weke parçeyeke ji siyaseta tinekirinê dibîne. Mûxalîfên Sûriyeyê yên pişta xwe dispartin Tirkiyeyê têk çûn. Di berdêla dagirkirina Cerablûs û Babê de Tirkiyeyê mûxalefet firot. Mûxalefetê niha îflas kiriye. Îflaskirina mûxalefeta Sûriyeyê tê wateya îflaskirina dewleta Tirk."

Di dewama axaftina xwe de Yûsif bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakurê Sûriyeyê û got, "Em li ser axa xwe dijîn û sîstemeke xw ava dikin. Lewma meşrûiyeteke me heye. Hêza ji derve hatiye û dagirker e, dewleta Tirk e. Ji ber vê yekê mafê me ye ku li dijî her şêwe êrîş û hewldanên dagirkeriyê em xwe biparêzin. Em ê bi hemû hêza xwe bikin ku dewleta Tirk ji dagirkirina Bakurê Sûriyeyê poşman bibe û em wê wê têk bibin."

HAYA ERDOGAN JI TÊKÇÛNA XWE HEYE, LEWMA GEFAN DIXWE

Hediye Yûsif da zanîn, ku haya Erdogan ji têkçûna xwe heye, lê belê naxwaze li xwe mikur bê û tevî vê yekê jî radibe dibêje "Ez ê biçim Minbicê, biçim Reqayê." Yûsif ragihand, ti ji hêzên herêmî û navneteweyî vê siyaseta Tirkiyeyê qebûl nakin û gelek dewletê herêmê yên weke Dûbaî, Erebîstana Siûdî ji niha ve dibêjin dewleta Tirk ew xapandine. Yûsif got, "DAIŞ bi xwe dibêje dewleta Tirk ew xapandiye. Dewleta Tirk a ku niha gefê dixwe, gelekî qels e."

RIZGARKIRINA REQAYÊ WÊ MEŞRÛIYETA QSD'Ê LI TEVAHIYA SÛRIYEYÊ ÎSPAT BIKE

Yûsif Pêngava Rizgarkirina Reqayê jî nirxand û anî ziman, rizgarkirina Minbicê meşrûiyeta hêzên wan zêde kir, nîşan da ku hêzeke esasî ya herêmê ye û got, "Rizgarkirina Reqayê wê ji bo tevahiya Sûriyeyê meşrûiyeta me xurt bike. Pêwîstiya van bajaran wê bi hêzeke pêşeng, hêzeke rêxistinbûyî hebe. Rizgarkirina Reqayê wê meşrûiyeta QSD'ê li tevahiya Sûriyeyê îspat bike."

Yûsif da xuyakirin, Reqa ji bo wan gelekî girîng e û biserxistina pêngava rizgarkirina Reqayê wê ji aliyê siyasî ve jî rê li ber gelek pêşketinan veke.

TEVLÎBÛNA MINBIC Û REQAYÊ LI SÎSTEMA FEDERASYONÊ BI VÎNA WAN VE GIRÊDAYÎ YE

Li ser statuya Reqayê jî Yûsif got, "Tevlîbûna Minbicê û Reqayê li sîstema federasyonê bi vîna wan ve girêdayî ye. Ji xwe li herêmên hatine rizgarkirin hêdî hêdî rêveberiyên xweser, meclîsên wan ava dibin. Mînak Meclîsa Bajêr a Minbcê ava bû. Em zextê li ti herêmê nake ku tevlî nava federasyonê bibe. Em vîna neteweyan esas digirin. Eger Meclîsa Minbicê biryareke bi vî rengî bide, hingî wê bibe parçeyek ji federasyonê. Heman tişt ji bo Reqayê jî derbas dibe. Eger hevpeymana me qebûl bikin, ew ê jî karibin tevlî bibin. Ji xwe niha pêngava Reqayê dewam dike, lewma hê zûye di vî warî de tişte bê gotin."

YEKANE HÊZA XWEDÎ ÇARESERIYEKE ŞÊNBER E, EM IN

Têkildarî danûstandinên Astanayê, Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif ev nirxandin kir: "Têklidarî çareseriya krîza Sûriyeyê me projeya xwe ya federasyonê ragihand. Ev parçeyekî çareseriyê ye. Li Bakurê Sûriyeyê ya hatiye rizgarkirin, me ev biryar bi gelan re girt. Di heman demê de me di nava vê proje û hevpeymanê de çareseriyeke bi vî rengî dît û ev biryar da. Di lêgerîna çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de me pîvanên xwe diyar kirin. Di rewşa heyî de li herêmê hêza yekane ya xwedî projeyeke şênber, em in. Gelên Bakurê Sûriyeyê di mijara çareseriyê de hewl dan gavên destpêkê yên pratîkî bavêjin.

Ji bilî Bakurê Sûriyeyê, hêzeke di vî warî de ketiye nava hewldanan û çareserî afirandiye, nîne. Ji ber ku vîna gelên herêmê, şert û mercên heyî li ber çavan nehat girtin, lewma çareserî nafirandin. Civînên Cenevre 1-2-3, Kahîre, Moskowa bê encam man. Ji van xebatên 6 salên dawî ti encam derneket. Ji ber ku hêza xwe nesipart hêza neteweyan, gelan. Timî nêrîn û hêza li derve esas girtin."

DANÛSTANDINÊN LI ASTANAYÊ BI VÎ RENGÎ BIN, WÊ JI DESTPÊKÊ VE TÊKÇÛYÎ BIN

Yûsif destnîşan kir, ku civîna li Astanayê were lidarxistin jî yek ji van e û got, "Tirkiye tevî Rûsya û Îranê şertên xwe, pîvana xwe li ser her kesî ferz dike. Ji ber vê yekê, tenê çend hêzên çekdar ên li Sûriyeyê wê tevlî civîna Astanayê bikin. Eger civîna Astanayê bi vî rengî pêk were, wê hê ji destpêkê ve têkçûyî be. Ji ber ku ev hêz, xwe naspêrin gelên li herêmê. Bi giranî pişta xwe dispêrin hêzên çekdar. Hêzên çekdar jî nikarin ji Sûriyeyê re çareseriyekê peyda bikin. Agirbesteke qels ji pirsgirêkên Sûriyeyê re nabe çareser."

PIŞTÎ AMADEKIRINA QANÛNAN WÊ HILBIJARTIN WERE KIRIN

Li ser armanc û plansaziya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif got, "Piştî civîna duyemîn me hin biryar girtin. Heta Kongreya Gelan a Demokratîk ava bibe, ev meclîs wê bi vê erkê rabe. Ji bo pêkanîna pêvajoya nû, pêwîstî bi qanûnên hilbijartinê heye û ev yek wê di dema pêş de pêk were. dema qanûn hatin amadekirin, wê hilbijartin bê kirin. Amadekariyeke bi vî rengî wê werekirin. Bingeha vê wê bê amadekirin. Wekîd in meclîsa rêveber jî wê vê pêvajoya hilbijartinê kontrol bike. Ji xwe hevserokên rêveberiyê hene. Foza Yûsif û Senarhî Bersom weke hevserok hatin hilbijartin. Em ê bingeha pêvajoya hilbijartinê amade bikin û xebatên xwe bi rêya se komîteyan bimeşînin."

Yûsif di dawiya axaftina xwe de erêkirina hevpeymana civakî li tevahiya gelên Sûriyeyê pîroz kir û got, ew bawer e wê li Bakurê Sûriyeyê û gelemperiya Sûriyeyê gavên mezin bavêjin û hêza wan a vê yekê heye.