BI DÎMEN

Di Festîvala Çandê ya Zîlan de, panela ‘Xweparastin-Jin’

18’emîn Festîvala Çandê ya Zîlan bi şîara ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê’ û bi panela ‘Xweparastin-Jin’ li Dûîsbûrgê destpê kir.

FESTÎVALA ZÎLAN

18’emîn Festîvala Çandê ya Zîlan a ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê (YJK-E) ve hatî organîzekirin, li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi şîara “Bi Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê” destpê kir.

18’emîn Festîvala Çandê ya Zîlan ji aliyê jinên Kurdan ve li Ewropa û Elmanyayê tê organîzekirin. Ev merasîma mezin her sal tê lidarxistin. Festîval diyarî kadroyên jin ên pêşeng ên ku di meha Hezîranê de di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê şehîd bûne, hate kirin. Festîval bi panela “Xweparastin-Jin” destpê kir.

Nivîskar Meral Şîmşek moderatoriya panelê kir. Fermandara Yekîneyên Jin a Şengalê (YJŞ) Hêza Şengalî, Aktîvîsta Xebatên Jinan Medya Botan, Nûneriya KJAR-Ewropayê Meryem Fetahî weke axaftvan beşdarî panelê bûn. Medya Botan di panelê de axivî û bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Medya Botan diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan konsensuseke navneteweyî ye û destnîşan kir ku divê her kes li her derê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixebite.

Medya Botan bi bîr xist ku hêzên paratinê yên jinan li ber ronahiya felsefeya Abdullah Ocalan li Rojava û Şengalê hatin afirandin û van hêzan hemû mirovî li dijî hovîtiyê parastin.

Hêza Şengalî kampanyaya TAJÊ ya bi navê ‘Li dijî qirkirina li ser jinê, xweparastina jinê’ bi bîr xist û got ku gelê Êzidî li Şengalê bi çanda xwe dijî. Hêza Şengalî bi bîr xist ku Şengal ji ber xiyaneta PDK’ê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû dagirkirin û qala dram û komkujiyên qewimîn, kir. Hêza Şengalî wiha got: “Lê niha li Şengalê hêzên jinan ava bûne û bi xweparastinê li qadan çalak in û civakê diparêzin. Civaka Êzidî ya ku bi pêşengiya jinan hatî avakirin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê hedefgirtin. Civaka navneteweyî li hemberî van êrîşan bêdeng e, ez vê bêdengiyê şermezar dikim.”

Meryem Fetahî jî diyar kir ku jinên Kurd ên pêşeng ji aliyê dewleta Îranê ve tên îdamkirin û destnîşan kir ku ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye. Meryem Fetahî ragihand ku têkoşîna jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê hêvî ye û got ku ti zext nikare pêşî li vê yekê bike.

Panel bi pirs û bersivan dewam kir.