BI DÎMEN

Sûzan Îşbîlen: Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo jinan êdî cihekî ewle nîne

Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Sûzan Îşbîlen ragihand ku polîtîkaya bêcezahiştina kujeran bûye sedem ku hejmara kuştina jinan zêde bibe û got, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo jinan cihekî ewle nîne.

KUŞTINA JINAN

Jinên li Kurdistanê û Tirkiyeyê li nava malê û kolanan bi tirsa mirinê ne. Ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatdariya AKP-MHP'ê, tundiya li dijî jinê bi rêk û pêk dewam dike Kuştina jinan jî her roj zêde dibe.

Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Sûzan Îşbîlen têkildarî kuştina jinan ji ANF'ê re axivî û got, "Di bingeha kuştina jinan de ku zêde dibe, pirsgirêka jinê heye ku nehatiye çareserkirin. Pirsgirêka jinê mixabin pirsgirêkeke gerdûnî ye. Dema dawî kuştina jinê û tundiya li jinê êdî li kolanan jî tê kirin. Li Rojhilata Navîn ji ber pirsgirêka jinê tevlîheviyeke mezin heye. Pirsgirêka jinê ne pirsgirêka vê demê ye, ya rabirdû ye. Jin êdî mejiyê serwer ê mêr qebûl nakin, lewma têdikoşin."

'DIVÊ JIN PARASTINA XWE BIKIN'

Sûzan Îşbîlen bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên li Rojhilata Navîn û got, "Îro li Efganistanê pêvajoyeke Talîbanê heye. Talîban hewl dide desthilatdariya xwe bi temamî li ser înkarkirina jinan ava bike. Em bala xwe didin ser Îranê; heta sala 1979'an jiyaneke normal a jinan hebû, lê belê piştî sala 1979'an ku rejîm hate guhertin û feraseta desthilatdariya tundrew bû desthilatdar, pirsgirêka jinê kete rojevê. Di şexsê Jîna Emînî de berxwedanek hate kirin. Eger ne ji berxwedana Jîna bûya ti ji me wê nizanîbûya ku Jîna ji ber ku porê wê vekirî bû hate kuştin.

Jin ji bo karibin xwe ji tundiya mêr biparêzin, êdî parastina xwe dikin. Bi rengekî cidî Tirkiye û Rojhilata Navîn êdî ji bo jinan ne cihekî ewle ye. Ji her alî ve tundî li jinan tê kirin. Dema ku em bala xwe didin ser bûyerên kuştina jinan ên dema dawî, tê dîtin ku piraniya jinên hatin kuştin li ber cihêbûnê bûn. Xweparastina herî mezin a jinan a li hemberî tundiyê, rêxistinî ye. Divê jin êdî serî li ber tundiya mêr netewînin û parastina xwe pêk bînin."

'JI BER POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINA KIRYARAN KUŞTINA JINAN ZÊDE DIBE'

Sûzan Îşbîlen diyar kir ku ji ber polîtîkaya bêcezahiştina kiryaran kuştina jinan her roj hinekî din zêde dibe û got, "Polîtîkaya bêcezahiştinê yek ji sedeman e. Ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê tundiya li dijî jinan zêde dibe. Hefteyên derbasbûyî tenê di rojekê de 4 jin hatin kuştin. Du ji van jinan hîn zarok bûn. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin a li Tirkiyeyê, di nava rojekê de herî kêm du jin têne kuştin. Ji bo tundî û kuştina li jinan bi dawî bibe, em dixwazin ku desthilatdarî sererastkirinên qanûnî yên rasteqîn bike. Bi gelek rê û rêbazan tundî li jinan tê kirin û divê pêşî li vê yekê bê girtin."