Di êrîşa heronê de 4 gundî birîndar bûn

Di encama lêxistina Heronê ya li gundê Talê ya girêdayî navenda Colemêrgê de, 4 gundî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin girtin, Heronê li gundiyên li Kehniyareş a li nêzî gundikê Ezîzanê ya girêdayî gundê Talê ya girêdayî navenda Colemêrgê xistine.

Li gorî agahiyên gundiyên çûn cihê bûyerê hatine girtin, diyar kirin ku li herêmê teqînek pêk hatiye û beriya bi saetan Heron li herêmê difiriyan. Di teqîna li herêmê qewimî de, Mhemet Temel (35) bi giranî Mûsa Tarhan, Îbrahîm Sak û Îsmaîl Aydin birîndar bûne.

Birîndar bi wesayîtên taybet ji aliyê gundiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Zimên gundiyan bi bihîstina bûyerê re herikîn nexweşxaneyê, polîsan nexweşxane dorpêç kirine.