Di 'Doza Sereke ya KCK'ê de rûniştina 67. pêk hat
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Olcay Kanlibaş di rûniştina dozê de axivî û got, "Di 'doza sereke ya KCK'ê de êdî ti wateya gotinê nema ye."
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Olcay Kanlibaş di rûniştina dozê de axivî û got, "Di 'doza sereke ya KCK'ê de êdî ti wateya gotinê nema ye."
Rûniştina 67. a dozê li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Di dozê de 156 siyasetmedarên Kurd tên darizandin, ku Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle, Leyla Guven, Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek û hevşaredarên girtî Firat Anli û Ahmet Turk jî lê tên darizandin.
Di rûniştina dozê de endamên Meclîsa DBP'ê Tûran Genç, Pero Dundar, Çîmen Işik, Olcay Kanlibaş û Rêveberê DBP yê Amedê Celal Yoldaş yên girtî tên darizandin amade bûn. Dîsa parêzerên siyasetmedaran ji amade bûn. Di rûniştinê de Ahmet Turk ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nekarîbû beşdarî dozê bibe. Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Olcay Kanlibaş ku ji "Rêveberiya Rêxistinê" tê dazinadin parastina kurdî kir. Kanlibaş di parastinê de wiha got: "Têkildarî operasyona 2009'an gelek tişt hatin gotin. Tevî ku gilîname di 2007'an de hat amadekirin, doz piştî 2 salan hat vekirin. Ji ber serketina partiya me li dijî wê operasyon hatin hatin lidarxistin."
Kanlibaş da xuyakirin kuk siyaseta wan a legal weke dij qanûnî tê nîşandan û got, "Divê mirov ji kesên azad netirse. Mirovên azad bi xwe re civakê jî azad dike. Ev biryarname bi biryara siyasî hat amadekirin. Ev biryarname ji aliyê Onder Aytaç, Emre Ûslu, Sedat Laçîner û kesên din ve hatin amadekirin. Ji aliyê endamên Fethûllah Gulen ve hatin hatin amadekirin.
Der barê me de îfadeyên şahidên nepen hene. Ez ji sala 2005'an heta niha di nava partiya siyasî de me. Ez ê li hundir jî û li derve jî ji bo mirovahiyê têbikoşim. Ti dewlet nikare fikrê me û hestê me perçe bike. Divê dewlet û îktîdar ji ramanê Kurdan netirse. Xebatên me demokrasiyê xurt û bi hêz dikin."
DUNDAR: XEBATÊN ME YEKÎTIYA WELÊT XURT DIKE
Endama Meclîsa DBP'ê ya berê Pero Dundar jî anî ziman ku tawanbariya li hemberî wan li dijî rastiyê ye û wiha got: "Tiştekî rast heye ew jî rastiya min û rastiya gel tê înkarkirin.
Rastiyek din jî nasnameya min a kurd, nasnameya min a jinê û nasnameya min a elewîtiyê tê înkarkirin. Hemû sedema pirsgirêkan polîtîka dewletê ya yek perestiyê ye. Ger ku înkara li ser ziman, nasname û welat berdewam bike gel jî dê mafê xwe yê rewa bikar bîne. Têkoşîna min a hebûnê têkoşîna ji bo gelê kurd û tirk ji şer xelas bike ye. Ji bo jiyana hevpar û demokratîk a li ser vê axê ye. Ez cuda difikrim, cuda di axivim û cuda dijîm. Ez hişmendiya mêr a serdest rexne dikim û li dijî wê têdikoşim. Ji bilî kurdan her kes pirsgirêka kurd diaxivin. lê kurd nikarin pirsgirêka xwe bi axivin. Hişmendiya rastiya kurd dike pirsgirêk ew hişmendî nijadperetî û kevneperestiyê pêş dixe. Şer û yek perestiyê pêş dixe. Hemû xebatên me yên siyasî û civakî di çarçoveya zagonan de hatiye kirin. Eger armanca me parçekirina vê axê û vî welatî bûya niha ji mê ve welat parçe bûya."
PIRTÛK Û MUZÎK DELÎLA SÛC HAT DÎTIN
Dundar, anî ziman ku pirtûkê wê xwendiye, muzîka guhdar kiriye û nameyên ku şandine tev wekî delîlên sûc hatine dîtin. Hevalên min ên ez bi telefonê bi wan re axivîm wekî terorîst hatin nîşandan. Ez bi awayekî bê daraz têm înfazkirin. Bi van delîlan 8 salin girtî têm darizandin. 40 rûpel îddianame û 40 klasor bi 20 sal ceza têm darizandin. Ev li dijî hiqûqê ye. Ev nêzîkatiyek siyasî ye. Ne wîcdanî ye. Darizandina nasname, ziman û hebûna min ne wîcdanî û sincî ye."
Rûniştina dozê piştî nîvro jî bi paratina siyasetmedaran berdewam kir.