‘Di civînên Cenevre û Astanayê de ku Kurd cihê xwe negire wê ti encaman bi xwe re naîne’

KCK'ê ya ku serkeftina Kobanê silav kir û got: “Xeta siyaseta pêkanîna Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, li ser bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê, wê azadiya gelan û yekîtiya Sûriyeyê ava bike.”

Hevserokatiya Koseya Rêveber a KCK’ê, şehîdên ku serkeftina Kobanê bi dest xistin bi minet û rêzdarî bi bîr anîn, silav li her kesê kir ku yên di vê serkeftinê der rol lîstin. KCK’ê diyar kir ku berxwedana Kobanê ne tenê qedera Şoreşa Rojava di heman demê de qedera Rojhilata Navîn diyar kir. KCK’ê wiha got: “Di berxwedana Kobanê de bi xistina DAIŞ’ê re pêşiya Sûriyeyekî Demokratîk û Demokratîkbûna Rojhilata Navîn vekir. Bi binektina DAIŞ’ê ya li Kobanê re, da nîşandan ku kesên ku îslamê ji bo xwe bikar tînin, dawiya wê ye.

DAIŞ a ku li Rojhilata Navîn êrîşên hovan li dar xistin bi xeta azadiya demokratîkbûnê ve hate şikandin, weke hêzê çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn,xeta siyasî û îdolojî hêla ku ji aliyê hemû gelan ve ev rastî bê dîtin. Serkeftina Kobanê, hêla ku li Sûriyeyê azadî û demokrasî derkeve û hêla kû bi neçarî jî bê guhertin.

‘NE CIVÎNA CENEVRE Û NE JÎ YA ASTANA KU KURD CIHÊ XWE TÊDE NEGIRE TI ENCAM NAGIRE’

Di daxuyaniya KCK’ê de hate wiha hate gotin: “Di salvegera 2’emîn a Kobanê de, bal kişand Distûra Bingehîn a ku Rûsya ji bo Sûriyeyê pêşniyar kirî.” Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate ziman: “Her çendî rêbaz şaş jî be, divê ku Sûriye gûhertinan çêke. Ev distûra bingehîn ku ji aliyê hinekan ve hate eşkerekirin, eger ku Şoreşa Rojava û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li ber çavan neyê girtin, wê çareseriyê ji pirsgirêkên li Sûriyeyê tên jiyîn re nebîne. Li Sûriyeyê divê di serî de ji bo Kurd û nasnameyên cuda re çareseriyek mayînde bê dîtin. Ev distûra bingehîn ku hatiye eşkerekirin di serî de ji bo pirsgirêkên Kurdan û gelên di bin sêwana Federasyona demokratîk û Bakurê Sûryeyê de dijîn çareser neke, tê wateya ku li Sûryeyê aram û wekheviyê pêk naîne. Li ser vê rastiyê jî civînên Cenevre û Astanayê ku Kurd cihê xwe negirin wê ti encamê bi xwe re neîne.”

‘ENCAMÊN BI HÊZ Û KÊRHATÎ LI NAV XWE NAGIRE’

Di dewam daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de bal kişand ser van xisûsan:

 “Distûra Bingehîn a ku Rûsya ji bo Sûriyeyê amade kirî, pirsgirêk dîtine, lê di aliyê mijara çareseriyê de bê kêr e û têrê nake. Ji beriya her tiştî eger ku distûrekî bingehîn ji bo Sûriyeyê bê amadekirin divê hemû gelên li Sûriyeyê dijîn nêrînên wan bên girtin. Tenê di aliyekê de girtina ber çav û amadekirina distûra bingehîn bê kêr e, seqet e. Divê nêrînê gel bên girtin û ji bo çareseriyekî mayînde, rêyên çareseriyê bên geran. Di vî warî de Distûra Bingehîn a ku Rûsya ji bo Sûriyeyê amadekirî ku pirsgirêkên heyî çareser bike, wê bi xwe re çareserkirina pirsgirêkan neîne û kêmanî û şaştiyê bi xwe re bîne. Ji xwe rêveberên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê têkildarî distûra bingehî ya Rûsya ji bo Sûriyeyê amadekirbû diyar kiribû ku ji bo çareseriyekê bê kêr û mayînde bi xwe re naîne, bal kişandi bû ku pêşnûmeya federasyonê ya ku pêşxistin ji bo çareseriyekî mayînde û bi encam bide avakirin.”

‘MIJARA PROJEYÊN ŞÊNBER ÊN JI BO SÛRIYEYÊ TÊN DÎTIN’

Heta niha gelên Federasyoan Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê tekane projeyên siyasî ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê yên mayînde afirandiye. Ji derveyî vê yekem Rûsya proje pêş xistiye. Ji niha û şûn de eger ku ji bo Sûriyeyê projeyên nû bên pêşxistin, ne li ser gotûbêj û nerazîbûnên dijber bên pêşxistin, di aliyê projeyên şênber û zelal derî bên vekirin li ber çavane. Li ser vî bingehî êdî divê civînên li ser Sûriyeyê bên lidarxistin li ser projeyên çareseriyê bên lidarxisitin wê hê baştir be. Civîna Cenevre ya ku wê Sibatê bê lidarxistin jî divê li ser vî bingehî bê destgirtin. Bê şik û goman eger ku ji bo çareseriyekî mayînde a ji bo pirsgirêkên li Sûriyeyê tên jiyîn bi teqez divê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di van platforman de pir girînge ku cihê xwe bigire.

Di 2’emîn salvegera Berxwedana Kobanê de, Berxwedana Kobanê encamên çawe bi xwe re anî hê baştir tê dîtin. Şikestina DAIŞ’ê ya bi Berxwedana Kobanê re, da nîşan dan ku divê Sûriye gûhertina bi de avakirin, hem jî diyar kir ku eger gûhertin bên kirin jî wê li ser çi teweran be nîşanî her kesê da. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ya ku bi Berxwedana Kobanê re temelên bingehî hate avêtin wê ji niha û şûn de jî ji bo pêşxistina Sûriyeyê û Rojhilata Navîn pêşengtiyê bike. Li ser vî bingehî em carekî din Berxwedana Kobanê silav dikin; Di wê hêviyê de ne ku xeta siyaseta pêkanîna Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, li ser bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê, wê azadiya gelan û yekîtiya Sûriyeyê ava bike.”