Di bin çavdêriya leşkeran de dar tên birîn
Li Bestayê darên ku cerdevan wan di bin çavdêriya leşkeran de dibirin, bi TIR’an ber bi derveyî bajêr ve tên şandin.
Li Bestayê darên ku cerdevan wan di bin çavdêriya leşkeran de dibirin, bi TIR’an ber bi derveyî bajêr ve tên şandin.
Li herêmên Çiyayên Cûdî, Gabar û Besta yên Şirnexê, di çarçoveya operasyonên leşkerî dar tên birîn.
Cerdevanên li bajarokên Sêgirk û Hîlal ên Qilebanê berdane nav erd, li herêmên Tîkera, Qûrtêka Pêşya Kaniya Mîr ên Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de daran dibirin.
Bi hezaran darên hatin birîn bi TIR’an şandin derveyê bajêr.