Dêya Ayşe Gokkan rehmet kir
Lutfiye Gokkan a ku dêya Berdevka Demkî ya TJA’yê Ayşe Gokkan a girtî ye, rehmet kir.
Lutfiye Gokkan a ku dêya Berdevka Demkî ya TJA’yê Ayşe Gokkan a girtî ye, rehmet kir.
Lutfiye Gokkan a ku dêya Berdevka Demkî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a niha girtîgehê de ye, jiyana xwe ji dest da. Gokkan li gundê Kulunçe a navçeya Sirûcê dijîya, ji ber nexweşiyê hefteya derbasbûyî rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Harranê.
Lutfiye Gokkan pênceşerê bû û piştre bi koronayê ketibû.
Lutfiye Gokkan wê sibê li Taxa Kulunçê ya Sirûcê were veşartin.