Dewletê mohr li xaniyên Şirnexiyan da

Şirnexiyên ku piştî êrîşan neçar man koç bikin, li gundên xwe vegeriyan û ji xwe re xanî lê kirin. Lê belê tîmên Îdareya Taybet a Bajêr mohr li xaniyên wan dan.

Li Şirnexê, 14'ê Adara 2016'an, derketina derve hate qedexekirin û vê qedexeyê 8 mehan dewam kir. Ji ber qedexeyê bi hezaran welatî neçar man ji taxên xwe derkevin. Welatiyên bi darê zorê hatin koçberkirin berê xwe dan gundan û ji xwe re xanî lê kirin. Hin welatiyên çûn gundê Bîmadê, ku sala 1993'an hatibû şewitandin bi derfetên xwe kêm xanî lê kirin. Starên welatiyan ji xwe re ava kirin ji aliyên ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ve hatin mohrkirin. Hat zanîn ku 12 xaniyên welatiyan hatine mohrkirin. 

Gundiyan der barê mijarê de agahî dan û destnîşan kir ku malên wan li ser gilîkirina hin kesan hatine mohrkirin, lê hûrguliyên mijarê di deste wan de tine ye. Şêniyên Bîmadê piştî qedexe hatibû îlankirin demek dirêj ji bo axa xwe neterikînin di konan de mabûn. Hat zanîn ku welatiyên Bîlmadê der barê mijarê wê biçin Walîtiyê.

Li Şirnexê ji ber qedexeya 8 mehan û êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên giran, 70 ji sedî yê bajêr xerabû bû.