Dewletê hem ew kuşt, hem jî qebûl nake ku mirî ye

Dewleta Tirk, ku di sala 1992'an de Mehmet Ertak di binê çavan de winda kir, kuştina wî qebûl nake. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, di doza Ertak de dewleta Tirk mehkûm kiribû.

Tevî ku hukmê zelal ê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di vî warî de heye jî, dewleta Tirk hê jî kuştina Mehmet Ertak ku beriya niha bi 25 salan di binê çavan de winda kir, qebûl nake. Kurê Mehmet Ertak Serhat Ertak beyana mirinê da Miduriyetên Nifûsê, lê tevî vê jî di qeydên dewletê de hê jî Mehmet Ertak sax hatiye nivîsandin.

Li Tirkiyeyê, zexta dewletê hem li mirovên sax, hem jî yên mirî tê kirn.

Bûyer, di sala 1992'an de li gundikê Rezuk ê ser bi navenda Şirnexê qewimî. Fermandariya Alaya Şirnexê di havîna sala 1992'an de, li gundan dest bi operasyoneke mezin kir. Ji ber operasyonê 3 roj û 3 şevan şerekî mezin qewimî. Leşkerên Tirk di dema şer de kadîn û malên gundiyan şewitandin, gule li gundan reşandin. Destûr nehat dayin ku gundî 3 rojan biçin malên xwe. Ertak di dema şer de hate binçavkirin. Xizmên Ertak ê bavê 3 zarokan  çûn cem hevsera wî û jê re gotin, "Divê em êdî ji vir derkevin, wê kesî sax nehêle" û ji gund derketin.

DMME BIRYAR DA KU MAFÊ JIYANÊ HATIYE BINPÊKIRIN

Mehmet Ertak ji aliyê polîsên ku kincê sivîl li xwe kiribûn ve hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate girtin. Ji ber ku dewletê hemû serlêdan red kir, malbatê serî li DMME da. DMME di sala 2000'î de biryar da ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin û Tirkiye mehkûm kir.

'ÎSPAT BIKE KU BAVÊ TE MIRIYE'

Kurê Ertak heta roja îro gelek caran serî li Midûriyeta Nifûsê da, ku beyana mirina bavê xwe bide, lê belê bi gotina 'Divê tu îspat bike ku bavê te mirî ye' serlêdanên wî tên redkirin. Yanî dewlet înkar dike ku Mehmet Ertak ê ji aliyê wan ve hatiye kuştin mirî ye. Bi vî rengî li qeydên fermî nanivîsîne.

Li gorî prosedura hiqûqî, eger heta 5 salan ji kesekî agahî neyê girtin, wê weke mirî li qeydên fermî were nivîsandin. Malbatê heta roja îro, ji bo Ertak ê ku cenazeyê wî jî nehatiye dîtin serlêdana 'winda' nekiriye. Eger winda be, hingî nepêkan e ku kiryar werin darizandin.

TEVÎ BIRYARA DMME JÎ, DEWLET QEBÛL NAKE

Kur Serhat Ertak qala bûyerên bi serê wan ve hatine kir û anî ziman, dema bavê wî hate kuştin ew 6 salî bû. Ertak, ku êşa bavê wî her tim di dilê wî de ye û di çalakiyên Şemiyê de hestiyê bavê xwe dixwaze, qala serpêhatiya xwe dike: "Bavê min di sala 1992'an de ji aliyê polîsên bi kincê sivîl ve hate binçavkirin. Kalkê min Îsmaîl Ertak gelek caran serlêdan kir, ku bavê min di binê çavan de ye. Tevî ku şahid hene ku ev yek dîtine, ti carî li şahidan nehate guhdarîkirin. Piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî bi temamî hatin girtin, me serî li DMME dan. Dadgehê di sala 2000'î de biryar da ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Tirkiye bi dayina cezayê tazmînatê mehkûm kir."

Ertak wiha dewam kir: "Ez hingî 6 salî bûm. Lewma bûyer baş nayê bîra min. Lê belê tenê bajarekî hatiye şewitandin û xerakirin di bîra min de ma. Dema ku di nûçeyan de bajarekî tê xerakirin û şewitandin dibihîzim, yekser ew dîmenê Şirnexê tê pêş çavên min. Bi salan giriyam, lê bi kêr nehat. Bavê min venegeriya. Bavê min gelek caran hatibû binçavkirin. Ji ber ku apekî min li çiyê bû, timî dihatin ji bavê min dipirsîn. Di wan rojan de, di dema bûyerên li Şirnexê de tank hat ber mala me û gule reşand. Malbata min diçe odeya pişt û bi vî rengî rizgar dibe. Her cara ku apê min ji bavê min dipirsî, bavê min ji wan re digot, 'Eger hûn bi cihê birayê min dizanin biçin bînin, em bi cihê wî nizanin. Em naxwazin ew bimire'. Ji ber ku bavê min mûxalîf bû, bi zanebûn ew kuştin. 25 sal di ser re derbas bû, lê ez hê jî gelekî bêriya bavê xwe dikim. Ew hesret di dilê min de qet sar nebû. Mirov dikeve rewşeke welê, ku êdî pêwîstiyê bi hestiyê wî jî dibîne."

DAYIK ERTAK: DEWLETÊ BI SAX JÎ BÛ ÎŞKENCE LÊ KIR, MIRÎ JÎ ÎŞKENCEYÊ LÊ DIKE

Hevsera Mehmet Ertak Emîne Ertak jî got, "Xizmên me di sala 1992'an de hatin ji min re gotin, 'Mehmet hatiye binçavkirin, em ê ji vir birevin'. Di ser vê yekê re 25 sal derbas bûn. Hemû serlêdanên me bê encam man. Dewlet înkar dike ku hevserê min hatiye binçavkirin û hatiye kuştin. Gorekê jî nadin me ku em li ser bigirîn. Lê belê dest ji vê bûyerê bernedin."