Dewleta Tirk li Zaxoyê êrişî sivîlan kir: 2 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker bombe li bajarokê Derkarê yê bajarokê Zaxoyê barand. Di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li bajarokê Derkarê yê Zaxoyê, du kesên ku pezê xwe diçêrandin bûn hedefa êrişa hêzên dagirker ên Tirk.

Herdu kesên ku ji ber topbaranê birîndar bû, birayên hev in û ji Şengalê ne.

Hesen Muhsîn û Elî Muhsîn rakirin nexweşxaneyek li Duhokê. Li gorî agahiyan, yek ji birîndaran rewşa wî giran e.

Dewleta Tirk a dagirker 25'ê Gulanê jî bombe li gundê Dêşişê yê bajarokê Kanîmasî yê Duhokê barandibû û di encamê de sivîlek birîndar bûbû.