Dewleta Tirk li Zaxoyê diziya malan kir
Dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê çi dizî û talan kir, heman tiştî li Başûrê Kurdistanê jî dike. Malên li Zaxoyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin talankirin, dîmenê wan hate weşandin.
Dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê çi dizî û talan kir, heman tiştî li Başûrê Kurdistanê jî dike. Malên li Zaxoyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin talankirin, dîmenê wan hate weşandin.
Dewleta Tirk ji 23'ê Nîsanê û vir ve ji bo dagirkirinê êrişî Başûrê Kurdistanê dike.
Hêzên dewleta Tirk ku li herêmeke berfireh a Başûrê Kurdistanê dar birîn û ji bo firotinê birin Tirkiyeyê, eşkere bû ku malên xelkê herêmê jî talan kirine, alavên wan dizîne.
Li gorî nûçeya RojNewsê, dîmenekî ku li medya dîjîtal hate weşandin, talan û diziya li gundê Ruis ê li bajarokê Batûfa yê Zaxoyê nîşan dide.
Gundiyekî ku li mala xwe vedigere, dibîne ku camên xanî hatine şikestin, alavên li hundirê malê hatine dizîn.
Ev sûcê şer û talankarî bi taybetî li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran hate tesptîkirin.