Dewleta Tirk li xwezaya Kurdistanê hatiye xezebê

Artêşa Tirk û çeteyên wê ku 23'ê Nîsanê dest bi operasyona dagirkeriyê kir, nêzî 5 meh in bênavber êrişê dibin ser xelk û xwezaya Kurdistanê. Artêşa Tirk ku li berxwedana gerîla qewimî, li xwezaya Kurdistanê hatiye xezebê.

Dewleta Tirk piştî ku 23'ê Nîsanê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişa ji bo dagirkirinê kir, li çiyayên Metîna, Zap, Heftanîn û Zagrsoê ji bo qereqolan û rê çêbike, bi hezaran dar birî. Li herêmên Bêgova, Derkarî ya Zaxo û Berwariyê, li gelek gundan ji ber bombardûmana dewleta Tirk xisar li xelkê herêmê bû. Ji be bombardûmana dewleta Tirk li herêmên Metîna û Heftanînê hîn jî gelek gund têne valakirin. Dewleta Tirk qîma xwe bi vê jî nîne, dewlemendiyên Başûrê Kurdistanê hemûyan talan dike, daran dibire, dişewitîne û hewl dide hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê mayinde bike.

Gerîla bi taktîk û rêbazên nû li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê li ber xwe dide. Ji ber vê yekê, rastiya vî şerî eşkere kir ku dewleta Tirk di nava qeyraneke mezin de ye. Lewma hemû rêbazên derveyî mirovahî kar tîne, li ber çavê hemû dinyayê wekî ku ji xwezaya Kurdistanê tolê rake, daran qut dike, daristanan dişewitîne. Her ku berxwedan, şerê li dijî dagirkeriyê bilind dibe dewleta Tirk a ku hebûna rejîma xwe ya faşîst ji qirkirina gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê dibîne, serî li rêbêzan dijî mirovahî dide.

Dewleta Tirk ku li xetê Qaşura ango Zendura, Derarê û Koordînê hewl dide leşkerên xwe yên dagirker mayinde bike, rojane gundên derdorê, Kestê, Hirorê, Deşîşê, Seraro, Edinê û Koordîne bombardiman dike, daristanên derdorê dişewitîne. Xelkê herêmê ku debara xwe çandinî û cotyarî ye, ji ber êrişên dewleta Tirk nikare li malên xwe ango li ser axa xwe bijîn. Dewleta Tirk ku di vî şerî de li hember hêz û têkoşîna gerîla li bin ketiye hêrsa xwe li xelkên herêmê û xwezayê derdixe. 

Artêşa Tirk di vê operasyona dagirkiriyê de tirsa xwe ya ji pel û pelçimên Kurdistanê jî bê ku biveşêrin nîşan didin. Dewleta Tirk ku di qirkirina gelê Kurd de sînoran nas nake wiha xuya ye ku hêza xwezayê jî nas nake. Qutkirin û şewitandina her daristanekê carna dibe lehî carna dibe erdhêj û cardin dizîvire Tirkiye. Lê dewleta Tirk ji ber ku hemû derfetên xwe ji bo şerê li dijî Kurdan seferber kiriye nikare xwedî li gelê Tirk jî derkeve û şûna ku birînê wan bipêçe bendav û termîk santralên nû çêdike.