Dewleta Tirk li sînorê Dirbêsiyê xendekan dikole

Dewleta Tirk a dagirker li pêşberî navçeya Dirbêsiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xendekan dikole.

Dewleta Tirk a dagirker li pêşberî sînorê navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê dest bi kolandina xendekan kir.

Hate ragihandin ku kolandina xendekan vê sibehê di bin çavdêriya leşkerên Tirk de dest pê kiriye.