Dewleta Tirk li Silêmaniyeyê bombe li wesayiteke sivîl barand
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, li herêma Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê bombe li wesayiteke sivîl barandin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, li herêma Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê bombe li wesayiteke sivîl barandin.
Li gorî nûçeya RojNewsê, dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Pişderê bombe li wesayiteke sivîl barand.
Ji rêveberên bajarokê Pişderê Helşo Bekir Weysî ragihand ku êriş li cihekî navbera gundên Gire û Kanî Lanî pêk hatiye.
Li ser êrişê agahiyên berfireh hîn bi dest neketine.