Dewleta Tirk li Kanî Masî gundiyek birîndar kir

Li hêlekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê didomin, li Kanî Masî bi êrîşa obûsê gundiyek birîndar bû.

Hêzên dagirker ên Tirk ji 23'yê Nîsanê û wir ve êrîşê tîne ser Avaşîn, Zap û Metîna.

Di operasyona dagirkeriyê de jîgehên sivîl bi rengekî sîstematîk dibin hedef. 1'ê Hezîranê nîvrokî gundê Hirorê yê Kanîmasî bû hedefa obûsan. Gundiyê bi navê Remezan Elî ku diçû ser baxçeyê xwe yê ku 100 metroyî dûrî gund bû, bi obûsên Tirk birîndar bû. Elî rakirin nexwşexaneya Zaxoyê.

Hate gotin pir xwîn ji Elî çûye lê talokeya jiyanê lê nîne. Gundê Hirorê ev 38 roj in ji hêla dewleta Tirk ve tê bombekirin. Bax û baxeyên gundiyan ji van êrîşan ziyanê dibînin, li ser jiyana gundiyan taloke heye.