Dewleta Tirk kolberekî Kurd qetil kir

Li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê leşkerên dewleta Tirk a dagirker gule li kolberekî ji Rojhilatê Kurdistanê barandin û di encamê kolber hat qetilkirin.

Hat hînbûn ku îro kolberekî ciwan ê bi navê Esker Derwîşzade xelkê gundê Kerkûş a herêma Elend a bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê dema li ser sînorê di navber Bakur û Rojhilatê Kurdistanê kolberî dikir, leşkerên Tirk ên dagirker gule li wî reşandin.

Di encama wê gulebaranê de ku gule li serê Derwîşzade ket de li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Derwîşzade 31 salî û bavê 3 zarokan bû.

Her wiha hat zanîn ku hêzên dewleta Îranê jî li bajarê Pîranşarê bi ser mala kolberê bi navê Iskender Bîsêpar (35) xelkê gundê Şînava yê heman bajarî de girtine û bi êşkenceyê ew destgîr kirine. Têkildarê aqûbeta Bîsêpar ti agahiyek nayê girtin.