Dewleta Tirk kerbê xwe ji xwezaya Kurdistanê vedike

Artêşa Tirk a dagirker ku dike nake li hemberî hêzên gerîla nikare bi pêş ve biçe, kerbê xwe ji xwezaya Kurdistanê vedike.

Operasyona dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya ku dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê da destpêkirin heta roja îro li Metîna, Zap, Heftanîn û li çiyayên Zagrosan de bi hezaran dar ji bo çêkirina rêyan, qereqolan hatin birîn. Gelek gundên girêdayî Bêgova, Dêrkar ên Zaxo yê û herêma Berwarî, bi bombardûmana dewleta Tirk re rûbirû man û zirarekî pir mezin gihîşt jiyana niştecîhên herêmê. Ji ber bombardûmanên dewleta Tirk gelek gundên Metîna, Heftanîn heta niha jî tên valakirin. Dewleta Tirk bi vê ve jî namîne, hemû dewlemendiyên Başûrê Kurdistanê di vê şerê de qir dike, daran qut dike, dişewitîne û bi vî awayî dixwaze hebûna xwe li axa Başûrê Kurdistanê mayînde bike. 

DEWLETA TIRK DIJMINÊ XWEZAYÊ YE

Di operasyonên leşkerî ya dewleta Tirk li ser axa Kurdistanê pêk tînê de gerîlayên pispor ku bi taktîkên nû ve kûrahiya bejahiyê bikartînin û di tûnelên şer de şerê berxwedanê dimeşînin di serketinê de bi israr in. Ji ber vê rastiya vî şerî eşkere kir ku dewleta Tirk di nava qeyranekî mezin de ye ji ber vê hemû rêbazên derveyî mirovahî kar tîne, li ber çavê hemû dinyayê wekî ku ji xwezaya Kurdistanê tolê rake, daran qut dike, daristanan dişewitîne. Her ku berxwedanî, şerê li dijî dagirkeriyê bilind dibe dewleta Tirk a ku hebûna rejîma xwe ya faşîst ji qirkirina gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê dibîne, serî li rêbêzan dijî mirovahî dide.

JI BO VALAKIRINA GUNDAN, DARISTAN, BAX Û BAXÇEYÊN HERÊMÊ DIŞEWITÎNIN

Dewleta Tirk ku li xeta Qaşûra ango Zendûra, Derarê û Koordînê leşkerên xwe yên dagirker hewl dide mayînde bike. Ji ber vê rojane gundên derdora xwe, Kestê, Hirorê, Deşîşê, Seraro, Edinê û Koordîne bombardûman dike, daristanên derdora xwe dişewitîne. Xelkê herêmê ya ku hemû debara xwe bi çandinî û cotyarî ye, ji ber êrîşên dewleta Tirk nikarin li malên xwe ango li ser axên xwe bijîn. Dewleta Tirk ku di vê şerê de li hember hêz û têkoşîna gerîla binketiye hemû hêrsa xwe li xelkên herêmê û xwezayê derdixe. 

ŞEWITANDINA HER DARISTANÊ CAR DIBE LÊHÎ, CAR DIBE ERDHEJ Û LI TIRKIYE DIZIVIRE

Hilweşandina desthildariya AKP û MHP’ê nêz e, lewra artêşa Tirk di vê operasyonên dagirkiriyê de tirsa xwe ya ji pel û pelçimên Kurdistanê jî bê ku biveşêrin nîşan didin. Dewleta Tirk ku di qirkirina gelê Kurd de sînoran nas nake wiha xuya ye ku hêza xwezayê jî nas nake. Qûtkirin û şewitandina her daristanekî carna dibe lehî carna dibe erdhêjî û cardin dizivire Tirkiye. Lê dewleta Tirk ji ber ku hemû derfetên xwe ji bo şerê li dijî Kurdan seferber kiriye nikare xwedî li gelê Tirk jî derkeve û şûna ku birînê wan bipêçe bendav û termîk santralên nû çêdike.