Dewleta Tirk gundekî Amediyê bombe kir: Gelek xanî hilweşiyan
Hate ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Mijê yê navçeya Amediyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de gelek xanî hilweşiyan.
Hate ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Mijê yê navçeya Amediyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de gelek xanî hilweşiyan.
Li gorî nûçeya RojNewsê, di saet 16.20’an de gundê Mijê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê ku dikeve quntara Çiyayê Garê, hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê de gelek xanî hilweşiyan.
Gundê Mijê yê navçeya Amediyê Dihokê berî çend rojan ji aliyê çekdarên bi ser PDK’ê ve hatibû valekirin.