Dewleta Tirk êrişî Şengalê kin- NÛ BÛ II

Dewleta Tirk a dagirker bi Wesayîta Hewayî ya Bêmirov û Biçek li Şengalê da.

Dewleta Tirk a dagirker bi Balfirên Keşfê yên Bêmirov û Biçek nêzî kampa Serdeştê ya Şengalê da.

Firîna balafirên SÎHA ya li ser Şengalê bê navber didomin.

Berî niha jî delweta Tirk Kampa Serdeş kiribû hedef.

DEWLETA TIRK LI SIVÎLAN DIDE, DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE

Endama TAJÊ ya bi navê Kîne, nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk da û got: “Dewleta Tirk li wesayîteke ku sivîl li nav bû bombe barand. Cihê ku zarokên me lê bûn bombe kirin. Zarokên me pir tirsiyan. Ev 7 sal in li vir di bin konan de dijîn. Ma nizanin kîne li nava wesayît û kampê dijîn? Li nava konan zarok hene, ka, nexweş nehe. Ma mirovatî li gel van tine? Ma hê ji xwîna me  têrnebûne. Bi balafiran tên li me didin. Bang li hemû rûspî û pêşengên Êzidyan dikim, tiştekî bikin. Îro balafirên şer ên Tirk li kampê bombe li sivîlan barandin. Bila her kes dengê me bibihîse, êrîşên li ser Şengal û xaka Iraqê bidin rawestandin.”

Meyan Yûsûf a pir tirsiya bû jî got: “Saet derdorî 15:00’an dengê teqînekê hat. Me wisa zanî ku li konan dan. Zarokên me pir tirsiyan. Leşkerên Iraqê li vir in. Ne wan û ne jî Iraqê tiştek nekirin. Em ji fermanê filitîn niha ev êrîş dikin.”