Dewleta Tirk a dagirker li Duhokê baregeheke nû ava kir

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker li herêma Duhokê ya Başûrê Kurdistanê bargeheke nû ya leşkerî ava kiriye.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spart çavkaniyekî leşkerî yê Iraqî, dewleta Tirk li herêma Duhokê baregeheke nû ya leşkerî ava kiriye.

Çavkaniyê leşkerî ku navê xwe eşkere nekir, ragihand ku dewleta Tirk li herêmên cuda yên Kurdsitanê êrîşên hewayî dewam kiriye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku dewleta Tirk bi 90 kîlometreyî ketiye nava xaka Iraqê.

Dewleta Tirk tenê li herêma Kurdistanê bi taybetî jî bi hevkariya PDK'ê zêdeyî 100 baregehên leşkerî ava kiriye.

Rêveberiya Bexdayê jî li hemberî êrîş û baregehên dewleta Tirk helwesteke xurt nîşan neda.