Dewleta Îranê nehişt ji bo Cavîd merasîma sersaxiyê bê danîn

Hat hînbûn ku dewleta Îranê rê nedaye ji bo Endamê Rêveberiya PJAK’ê şehîd Rêzan Cavîd merasîma sersaxiyê bê lidar xistin.

Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (TMMK) Îdareya Îtlaatê ya Supayê Pasdaran a Îranê li Mihabadê malbata Endamê Rêveberiya PJAK’ê Rêzan Cawîd di rojên borî de vexwendiya îdareyê û lêpirsîn di gel wan kirine. Her wiha hat gotin Îtlaatê rê nedaye merasîma sersaxiyê ji bo Şehîd Rêzan Cawîd bê lidarxistin.

TMMK’ê her wiha ragihandiye ku roja 13’ê Tebaxê berpirsên ewlehiyê yên Mihabadê zext li dayîka Şehîd Rêzan Daye Fatme Suhrabî û birayên wî kirine da ku li ser çapemeniyê berpirsyartiya şehadeta kurê xwe bixin stuyê PJAK’ê. Lê malbata Şehîd Rêzan Cawîd vê daxwaza Îtaatê red kiriye.

TMMK diyar dike ku ji ber astengiyên li pêş merasîma sersaxiyê û zextên hêzên ewlehiyê, roja 15’ê Tebaxê malbata Şehîd Rêzan neçar maye bi awayek demkî ji mala xwe derkevin.

Tora Mafê Mirov da zanîn ku Îdareya Îtlaatê li Mihabadê çend kesan bi hêceta ku tevlî merasîma sersaxiyê bûne jî destgîr kirine û ew lêpirsîn kirine.

Endamê Rêvberiya PJAK’ê Rêzan Cawîd di roja 6’ê Tebaxa 2022’yan de li bajarê Qamişlo di encama êrişek hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.