Destûrê nadin ku heyeta Kurd serdana karkerên mexdûr bike

Heyetek ji Komxebata Tifaqa Kurdistanî xwest serdana karkerên Kurd bike yên ku li Sakaryayê bûn hedefa êrişa nijadperestiyê. Lê belê tên astengkirin. Gundê karkeran jî hatiye dorpêçkirin.

Nûnerên partî û pêkhateyên Komxebata Tifaqa Kurdistanî, ji bo serdana karkerên Kurd bikin ên li Sakaryayê bûn hedefa êrişa nijadperestiyê, çûn gundê Kelekê yê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê. Lê belê rayedarên dewleta Tirk bi bahaneya vîrûsa koronayê nehiştin ku heyet xwe bigihîne gund û bi malbatên mexdûran re rûnê.

Beriya ku heyet ji Amedê bi rê bikeve, leşkeran li herêmê û derdora gomên Dêr û Karasû yên girêdayî Kelekê ewlekariyek zêde girtin. Ketina gundê malbatên karkeran bi bendekê û wesayîtên zirxî hate girtin. Hin leşkeran jî di bin navê ewlekariyê de kincên parastinê li xwe kiribûn.

Endamên heyetê li 2 nuqteyên kontrolê yên li ser rê hatibû danîn hatin rawestandin û kontrola nasnameya wan hate kirin. Li gel vê yekê jî, di ketina gund de şande hat astengkirin û bi hinceta 'gund dibin karantinayê de ye' destûr nehat dayîn ku derbasî gund bibe.

LI GUND KESEK BI VÎRÛSÊ NEKETIYE

Gundiyên ku endamên heyetê xwe gihande wan, diyar kirin ku li gund kesek bi vîrûsê neketiye.

Parlamenterên HDP'ê yên cihê xwe di nava heyeta Komxebata Tifaqa Kurdistanê de digirin, li gel hemû astengiyan jî xwestin biçin serdana gundiyan. Lê belê rayedarên leşkerî destûr nedan.

Di nava heyeta ku xwest malbatan zirayet bikin, nûnerên raydarên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Partiya  Azadî, Komeleya Kurd a Demokratîk-Şoreşger (DDKD) Partiya Mirov û Azadî (PÎA) Platforma Demokratîk a Kurd (PDK-Bakûr) û Partiya Demokratîk a Kurdistan-Tirkiyeyê (PDK-T) hene.