Desteya Eşayîr a Şengalê peyamek sersaxiyê ji bo Qasim Xelef Ebdullah weşand

Desteya Eşayîr a Şengalê peyamek sersaxiyê ji bo siyastmedar û parêzer Qasim Xelef Ebdullah weşand.

Desteya Eşayîr a Şengalê ji ber wefata siyasetmedar û parêzer Qasim Xelef Ebdullah ku serê vê sibehê ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da, peyamek sersaxiyê weşand û hevxemiya xwe nîşan da.

Daxuyaniya desteyê bi vî rengî ye:

“Parêzer Qasim Xelef Ebdulaha ku ji eşîra Aldexiya ye û li Komelgeha Xanesorê ji dayîk bûye, bi salên dûr û dirêj xizmeta civaka Êzidî kiriye û heta dawiya temenê xwe di nava xebatan de bû.

ji bo civaka Êzidî bibe xwedî îrade salên dûr û dirêj mamosta Qasim di nav xebatê de bû û ked dida. Di sala 1995’an de wexta xwendina xwe dikir li Mûsil cihê xwe di nav gelek kar û xebatan de digirt. Ne tenê weke parêzer kar dikir weke siyastmedar û rewşenbîrekî jî xebat dida meşandin.

Parzêr û siyastmedar Qasim jiyana xwe hemû xiste xizmeta Êzidiya û Êzdatiyê. Em weke desteya eşîrên Şengalê sersaxiyê ji malbat, eşîr, hezkirî û tevahî civaka Êzidî re dixwazin û dibêjin civaka me ya Şengalê welatparêzekî xwe ji dest da û dubara dibêjin serê gelê me sax be.”