'Destê jêkirî yê kurê min anîn dan min!'

Li Minbicê, ku du salan di nava zilma DAIŞ'ê de ma, li her cihekî çîrokek dilşewat der dibe. Yên serê wan hatine jêkirin, hatin recmkirin, ji avahiyan hatine avêtin, gule li wan hatine reşandin, destên wan hatine jêkirin..

Yek ji van çîrokan jî çîroka kurê Semîre Alî ye, ku destê wî hate jêkirin. Bi îdîaya ku 'dizî' kiriye kurê Semîre Alî yê 20 salî digirin, destê wî jê dikin û didin dayika wî. Çeteyên DAIŞ dema ji Minbicê derdikevin, kurê wê bi xwe re dibin.

'KURÊ XWIŞKA MIN Ê DAIŞ'Î ÎXBAR KIR'

Kurê Semîre Alî yê 20 salî Ahmed Haci Osman, bi îdîaya ku 'dizî' kiriye tevî 11 hevalên xwe ji aliyê DAIŞ'ê ve tê girtin. Hevalên kurê wê, di berdêla pereyan de zarokên xwe ji nava destê DAIŞ'ê derdixînin. Lê kurê Semîre Alî Ahmed di destê DAIŞ'ê de dimîne. Dayika 9 zarokan Semîre Alî dibêje, kurê xwişka wê ya mezin Adil Ebdulmecîd ê tevlî nava DAIŞ'ê bû û bi navê Ebû Alî Ensarî tê naskirin, îxbara kurê wê kiriye. Semîre Alî qala bûyerên bi serê kurê wê de hatî dike.

"Çend hevalên kurê min hebûn li taxê. Li taxê êdî her kesî ji bo kurê min digotin diz e. Gelekî bi zora min diçû. Êdî nedihat malê. Min ji bavê wî re got 'biçe, kurê min bîne'. Bavê wî çû, lê nekarî bîne. DAIŞ ew bi koma hevalên wî re girt. Ez nizanim bê tewanbar 'dizî kiriye' ya li kurê min dihat kirin rast e yan ne rast e. Ji ber îxbara kurê xwişka min ku tevlî DAIŞ'ê bûye, DAIŞ'ê kurê min girt. Min da pey kurê xwe. Ji min re gotin, ji ber ku dizî kiriye wê destê wî yê rastê bê birîn. Ez çûm cem wan, li xwe girtin ku di destê wan de ye. Gotin, wê destê wî jê bikin. Min jî got, qet nebe wê bijî. Ez careke din çûm cem wan, min xwest bizanibim bê kurê min çi kiriye. Min derxistin derve. Ji xwe nehiştin ez kurê xwe bibînim. Piştî ku ez derxistin derve, li ber derî ji min re gotin 'li ser kurê te em niha tiştekî ji te re nabêjin'. Piştî 2-3 rojan li deriyê min dan. Dema min pirsî bê kî ye, gotin 'kurê te Ahmed'. Min hingî got, ya kurê min kuştine yan jî tiştek anîne serê wî."

'DESTÊ RASTÊ YÊ KURÊ MIN JÊ KIRIBÛN'

Semîre Alî anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê yên hatin ber derî li hevserê wê pirsîne û got, "Ez jî bavê wî li odeya din rûniştî bûn. Min got, fermo. Min hingî kurê xwe dît, ku destê wî yê rastê hatibû jêkirin. Hingî ez gelekî hêrs bûm û min ji wan re got, 'Xwedê belayê bide we. Xwedê me ji we rizgar bike'. Dizî kiribe jî, tiştekî nebaştir kiribe jî, diviyabû bi vî rengî nehatibûya cezakirin. Wan jî ji min re gotin, 'biçe gilî bike'. Min ê li cem kê giliyê kê bikira?"

'HÊZÊN KURD EM RIZGAR KIRIN'

Semîre Alî herî dawî got, "Hêzên Kurd, hêzên QSD'ê hatin Minbicê û ew ji vir derxistin. Jiyan li me vegeriya. Dema hêzên QSD û Kurd hatin, ew reviyan çûn. Yanî ji vir hatin derxistin. Dema çûn kurê min bi xwe re birin. Ji roja çûne û vir ve agahiya min ji kurê min nîne. Dibe ku niha kuştibin. Lê belê çi dibe bila bibe wê çavên min li rêya kurê min be. Ez li bendê me ku rojekê bê."