Dest li ser erdên gundiyan danîn

Wezareta Hawîrdorê û Bajarvaniyê li Wan, Şirnex û Colemergê bi hinceta ku nekêrhatî ye, hin erdên çandiniyê da ber firotinê. Bi vê çarçoweyê li Erdîşê 73, li Şirnex navend û Cizîrê 4, li Colemergê 96 erd dane ber firotinê.

Hikûmeta AKP'ê ku nikare çareyekê ji krîza aborî re bibîne li Wan, Şirnex û Colemergê li şûna ku erdên gel bike camewerî des li ser erdên gel datîne. Li şûna ku berdêla erdên ku rê wê tê re biçe, bide, Wezareta Derdorê û Bajêr erdekî di nav 10 kesan de dike hîse, li muzayedê bi aşkereyî dane ber bazarê, li Wan Erdîşê 73, li Şirnex navend û Cizîrê 4, li Colemerg Geverê 96 erd hatin firotin.

Di encama muzayedê de piştî ku teklîf ji hêla wezaretê ve hatin nirxandin wê kesên rastî an jî sazûmanî ku wê erdan bistînin were diyarkirin. Ev kes wê têkilî bihayê firotinê 25 ji 100'î pêşin bidin ya mayî jî di nav 24 mehan de. Tê payin dahata ji firtoinê wê were bixin ber veguherîna bajêr.

73 erdên ku wezaret û qeyûm dayî ber firotinê heta niha gundiyan weke zilyetiyê bi kar dianî. Tirs ew e ku piştî vê firotinê gundiyên ku bi salan e ev erd bi hev re bi kar dianînin 

Gundiyan diyar kirin bi firotinê wê erdên ku wan bi kar dianî ji dest wan wre standin, bidin zengînian û got ,''Heke gundî nikaribin heqê erdan bidin wê vê carê bidin kesên ku ji derve werin. Armanca wan ew e ku erdên me pêşkêşî hev bikin. Hesabê wan ew e ku erdên me bifiroşin me. Em TOKÎ'yê naxwazin, jixwe me her sal di nav xwe de kiribû dor û erd wiha dixebitandin. Em ê tevlî muzayedaya firotinê nebin. Em li dijî firotinê ne.''