'Derketina ji nava krîzê bi xurtkirina têkoşîna demokratîk dibe'

Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hêvî Dêrîk 6’emîn Kongreya PJAK’ê û biryarên girîng ên derbarê Îran û Rojhilatê Kurdistanê nirxand.

Endama Meclîsa PJAK'ê Hêvî Dêrîk destpêkê 6’emîn Kongreya PJAK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Gelê Kurd, gelên Îranê û hemû azadîxwazan pîroz kir û got: "Kongre bi drûşma 'Bi avakirina neteweya demokratîk, yekîtiya gelên Îranê pêk bîne' nirxandin û analîzên kûr derbarê guhertin û veguhertinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê çêbûn. Li ser wê esasê jî biryarên girîng hatin girtin. Yek ji wan biryaran jî ji bo azadiya Rêber Apo bilindkirina têkoşînê bû."

Dêrik anî ziman ku têkoşîna ji bo avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurdan û yekîtiya demokratîk a gelên Îranê jî di nava biryarên girîng ên Kongerya 6’emîn a PJAK’ê de hebûn.

XETA SÊYEMÎN Û MODELA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK

Dêrîk bal kêşand li ser stratejiya xeta sêyem a di Kongreya PJAK’ê de hate nirxandin û got, "Kongreya 6’emîn a PJAK’ê di çarçoveya çareserkirina qeyran û pirsgirêkên nihayî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatin nirxandin, dahûrandin û biryarên girîng hatin girtin. Siyaset û ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn a ji aliyê hêzên hegemon ên herêmê û cîhanê, vîn û berjewendiyên gelan li ber çav nagire. Di vê çarçoveyê de Kongreyê siyaseta demokratîk, Xeta Sêyemîn û avakirina pergala Konfederalîzma Demokratîk wek rêya çareserî ya li hember siyasetên hêzên hegemon pênase kir."

'RÊXISTINBÛYÎN YEKANE RÊYA PASTINA HEBÛNA XWE YA LI HEMBER REJÎMÊ YE'

Hêvî Dêrîk di dewama axaftina xwe de nirxandin, dahûrandin û biryarên ku derbarê pirsgirêkên ciwan û jinan de hatin girtin bibîr xist û wiha domand: "Di Kongreyê de derbarê pirsgirêkên kûr ên jinan dahûrandin û pêdaçûnên kûr û girîng çêbûn. Di wê baweriyê de ne ku bilindkirina têkoşîn, rêxistin û yekîtiya jinan wê bibe bersiveke herî zelal û xurt li hemberî siyasetên nihayî yên rejîma Îranê ya li hemberî jinan birêve dibe. Her wiha Kongre, rêxistinbûyînê weke yekane rêya ciwanan a ji bo bikarin li hemberî rejîma heyî nasnameya xwe ya rasteqîn bi dest bixin."

'JI BO DEMOKRATKKIRINA ÎRANÊ WÊ TÊKOŞÎN BÊ XURTKIRIN'

Endama Meclîsa PJAK’ê Hêvî Dêrîk bi wan gotinan dawî li axaftinên xwe anî: "6’emîn Kongreya PJAK’ê li hemberî her cûre êrîşên li ser nasname û çanda gelê Kurd wê parastina rewa esas bigire. Wê PJAK di çarçoveya demokratîzekirina Îranê û avakirina yekîtiya gelan a li Îranê têkoşîna xwe bilind bike. Di vê çarçoveyê de biryarekî din ê kongreyê ev bû ku vê ji bo hevgirtin û yekîtiya di navbera hemû partî û aliyên siyasî hewl bê dayîn."