Zarokek ji ber bermahiya artêşa Tirk birîndar bûye

Yûsûf Akin ê li navçeya Geverê di encama teqînekê de giran birîndar bûbû, derket holê ku bi bermahiyên paşmayên leşkeran birîndar bûye.

Zarokê bi navê Yûsûf Akin li gundê Wergenima ya navçeya Gever a Colemêrgê berî 3 rojan di encama teqîna li nêzî qereqola leşkerî de birîndar bûbû. Zarokê giran birîndar bûbû rakiribû Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Tedawiya Akin hê jî dewam e.

Derket holê rêya ku teqîn lê pêk hat leşker bikar tîne. Li vir leşkeran rê çêdikir, axa li vir kom bûyî, rijandine cihên ku gundî lawirên xwe lê diçêrînin.

Piştî teqînê derket holê ku leşkerên li heman deverê ax dikolan 3 bombeyên din derxistine.

Rêxistina HDP’ê ya Geverê serdana zarokê birîndar kir